H’emû nûçeSereke

Nava dorana civîna NATO ê ye parlamêntîyêda Mêvlût Çaûşoglû  parlamêntvanên Ermenîstanêra derheqa aşîtîyêda xeberdaye:Andranîk Koçaryan

Wezîrê Tirkîyayêyî karên derî berê, parlamêntvanê Tirkîyayê Mêvlût Çaûşoglû nava doranên civîna NATO ê ye parlamêntîyêda nêzîkî endamên dêlêgasîya ermenî bûye û derheqa mecalên aşîtîya li herêma Kafkasîya Başûr xeberdaye.

“Armenpress” ê ragîhandîye, wekî dereqa wê yekêda serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pirsên parastinê û ewlehîyê,Andranîk Koçaryan gotîye rojnamevana.

Dêlêgasîya ermenî ji 22 a hetanî 25 ê mijdarê beşdarî civîna NATO ê ye parlamêntîyê bibû.

“Çaûşoglû nêzîkî me bû û mera qise kir.Ew înîsîyatîva me nîbûye, ew bi xwe hatîye û hema xût derheqa mecalên aşîtîyêda xeber dida”,-Koçaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button