H’emû nûçeSereke

Sênatorên amerîkî pêşnûmenameyek  raber kirin ku paqijkirina êtnîkî ya ermeniyên Arsaxê ji aliyê Bekûyê ve şermezar dike

Sênatorên Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê Garî Pîtêrs û Bîl Kesîdî pêşnûme biryarek du alî ya berfireh  raber kirin ku tê de paqijkirina etnîkî ya Adirbêcanê ya li ser gelê Qerebaxê şermezar dike, banga cezakirina armanckirî li dijî rejîma serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û daxwaza serbestberdana tavilê ya girtiyên ermenî yên li Bekûyê kirin. Komîsyona darizandinê ya Ermenîstanê radigihîne:

Di biryara xwe de, sênator herwiha daxwaza qedexekirina alîkariyên leşkerî yên Amêrîkayê bo Adirbêcanê û piştrastkirina mafê welatiyên Arsaxê ji bo vegerandina bi ewle û parastî bo welatê xwe dikin.

Di biryara her du partiyan de bi taybetî tê gotin ku dorpêçkirin û êrîşên li ser Qerebaxa Çiya ji kanûna sala 2022 a heta îlona sala 2023 a paqijiya etnîkî ye.

Di biryarnameyê de hovîtiya ku hukumeta Adirbêcanê li dijî gelê ermenî yê Qerebaxê kiriye şermezar dike û dorpêçkirin û êrîşa Adirbêcanê wek paqijiya etnîkî tê naskirin.

Di biryarnameyê de li dijî karbidestên Adirbêcanê yên ku di binpêkirina mafên gelê ermenî yên Qerebaxa Çîya de hevkar in, mueyîdeyên armanckirî tê xwestin.

Di biryarnameyê de tê gotin ku kesên ku dixwazin vegerin Qerebaxê divê garantiyên ewlehiyê yên xurt hebin û êrişên zêdetir yên Adirbêcanê jî bên sekinandin.

Di biryarnameyê de alîkarîya mirovahî ji bo bersivdana qeyrana penaberan ya li Ermenîstanê ya ku ji ber dersînorkirina bi zorê ya Adirbêcanê ya zêdetirî 100 000 ermeniyên Arsaxî pêk hat, dide. Di pêşnûmeyê de ji rêveberiya Dewletên Yekbûyî tê xwestin ku di vî warî de xebatên navneteweyî yên koordîne bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button