H’emû nûçeSereke
Sûrên Papîkyan tevî endamên Sênata Fransîyayê pirsên derbarê hevkarîya dualîda, yên nava goveka parastinêda, gotûbêj kirine

Nava dorana seredana li Fransîyayê, wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan rastî serokê komîsîya Sênata Fransîyayêye pêwandîyên der, parastinê û hêzên sîlihkirî Sêdrîk Pêrîn û cêrge endamên Sênatê hatîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirine.
Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa hevkarîya dualîda, ya nava goveka parastinêda hatine gotûbêjkirinê.
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê dereca hevkarîyê û pêrspêktîvên pêşketinê girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê,wekî destanîn bi saya piştgirîya Sênatê pêk hatine.
Sêdrîk Pêrîn derheqa kemala piştgirîya Sênatê, ya nava pêşkeftina hevkarîyêda, îzbat kirîye.
Wextê hevdîtinê, usa jî pirsên ewlehîya herêmî hatine gotûbêjkirinê.







