H’emû nûçeSereke

Sûrên Papîkyan û Sêbastîan Likornyû îzbat kirine wekî hevkarî li ser bingeha sazkirî hatîye destanînê

Nava dorana seredana li Fransîyayê, wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan rastî wezîrê Fransîyayêyî parastitnê Sêbastîan Likornyû hatîye.

Berî hevdîtinê, heytehola pêşwazîkirinê derbaz bûye.

Destpêka hevdîtinêda, Sûrên Papîkan bona wan meriva, yên ku li Okêana Hindî rûyê sîklonêda bûne cangorî, serxweşî daye û bona birîndara jî qencbûna lez xwestîye.

Wextê hevdîtinê pêvajoya hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Fransîyayêda hatîye gotûbêjkirinê. Sûrên Papîkyan û Sêbastîan Likornyû îzbat kirine wekî hevkarî li ser bingeha sazkirî hatîye destanînê.

Sêbastîan Likornyû usa jî derheqa amadebûna berdewamkirina hevkarîyêda îzbat kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button