H’emû nûçeSîyasî

Alîkarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der amaje bi guhertinên kûr yên di têkilîyên bi Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye  Yekbûyî guharinên kûr tomar dike

Li gor çavdêrîya cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên derve Parûyr Hovhannîsyan, sala 2024 a de, herdu têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan-Amêrîkayê di bin guherînên kûr û geşedanên erênî de derbas bûne û ew gihandine asteke stratêjîktir.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, di çarçoveya gotûbêja du panêlan ya “Zêde û derfetên berîya 2025 a” de, alîkarê wezîrê karên der yê Ermenîstanê Parûyr Hovhannîsyan li ser têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan-Amêrîkayê axivî.

“Em behsa guhertinên kûr yên kalîteyî di têkilîyên bi Yekîtîya Avropayê û Dewletên Yekbûyî re dikin. Ev  salekê zêdetir e ku em bi Yekîtîya Avropayê re ev guhertin çêdibin. Ev li Granadayê bi daxuyanîya hevpar ya serokwezîr Paşînyan û seroka komîsyona Avropayê Ûrsûla fon dêr Layên ku tê de rêgezên ku Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê divê bi rê ve bibin dîyar kirin ew metn ne metneke rûtîn bû, çend warên ku qet di rojeva me de nebûn tê de hebûn. Alîkarê wezîrê karên der di axaftina xwe de got ku em behsa ewlehî, berxwedan, pirrengbûn yan jî armancên xwe yên nû dikin”.

Alîkarê wezîr  têkilîyên bi Yekîtîya Avropayê re axivî, bi bîr xist ku Yekîtîya Avropayê şandeyeke lêkolînê şand Ermenîstanê û di encamê de hewl didin rojeva hevkarîyê ya nû ava bikin. Li gorî wî, danûstandin wê di nav çend hefteyan de bi dawî bibin.

Alîkarê wezîr destnîşan kir: “Ew rojev ne tenê peymana “Hevkarîya berfireh” temam dike, belkî wê di warên nû yên ku di reşnivîsa peymana hevgirtinê de jî tunebûn, berfirehtir bike”.

Alîkarê wezîr amaje bi proseya serbestkirina vîzeya Yekîtîya Avropayê ji bo welatîyên Ermenîstanê kir û got ku Ermenîstan bi salan e di vî warî de dixebite û niha li ser vê mijarê mûzakereyên bingehîn dest pê kirine.

 “Em hêvî dikin ku ev pêvajo zêde dirêj neke. Li gel wê em tevlî fonda aşîtîyê ya Avropayê bûn, ku wê bibe alîkarîyek mezin ji bo rêformên ku di warê berevanîyê de ji alîyê me ve tên kirin”.

Parûyr Hovhannîsyan destnîşan kir ku sala 2024 a di warê desteka sîyasî ya ku ji alîyê Yekîtîya Avropayê û Dewletên  Amêrîkayê ve ji Ermenîstanê re hat dayîn de jî serdemeke bêhempa bû.

 “Civîna Amêrîkayê-Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê di 5 ê nîsanê de hat lidarxistin. Em tu carî nebûne xwedî formateke wiha û di civînê de bi awayekî pir eşkere piştgirî da yekparçeyîya axa Ermenîstanê, serxwebûn, hemû pêvajoyên dêmokratîk û xebatên me yên ji bo pêkanîna aşîtîyê li herêmê. Di derbarê alîkarîyên mirovî de gelek peymanên girîng hatin kirin û ev yek tenê di nava salekê de çêbû”. Li gorî çavdêrîya wî, sala 2024 a ji alîyê têkilîyên Ermenîstan û Amêrîkayê ve jî taybet bû.

“Îsal me civîneke pir girîng ya dîyaloga stratêjîk ya Amêrîkayê û Ermenîstanê pêk anî û di heman demê de me çend şandên girîng serdana Ermenîstanê kirin”,- Hovhannîsyan gotîye.

Li gorî vê dawîyê, di têkilîyên bi Dewletên Yekbûyî re gelek bûyerên sêktora girîng qewimîn, ku armanca wan xurtkirina sîyaseta cîhêrengîyê ye ku ji hêla Ermenîstanê ve di warên c uda de tê meşandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button