H’emû nûçeSereke

Ji Adirbêcanê hê bersiva fermî bona pêşnyarên Ermenîstanêye vekirina rîya  nehatîye stendinê: cîgirê serokwezîr

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan wextê qisa tevî rojnamevana, derheqa vekirina rêyên herêmîda xeberdaye û derheqa pêşnîyarên Ermenîstanêye ku şandine Adirbêcanê daye dîyarkirinê.

“Armenpress” ê ragîhandîye wekî rojnamevan pirs daye Mihêr Grîgoryan ku pêşnyarên çi cûreyî raberî Mihêr Grîgoryan kirine û bersiva çi cûreyî hatîye dayînê. Mihêr Grîgoryan gotîye, wekî ew naxweze serecema pêşnyara veke, çimkî bersiva fermî hê tune.

“Ez haj pê heme ku gilî derheqa kîjan pêşnyaradane, lê heger bersiva fermî hê tune, ez nxwezim serecema wana bidme vekirinê”,- cîgirê serokwezîr gotîye.

Bi axaftina derheqa wan elametîyên Adirbêcanêda, bi kîjana ew derbarê wa gotî “Korîdora Zangêzûrê” da dibêjin, Mihêr Grîgoryan gotîye, wekî bona Ermenîstanê nava vê pirsêda xetên sor hene.

“Me çendik-çend cara wekilandîye,wekî xetên sor hene, teribandina kîjana tiştê bûyînê nîne.Ez naxwezim wê têrmînê gotûbêj bikim û şirove bikim.Tiştê  usa wê tunebe.Em her dem diwekilînin,wekî Komara Ermenîstanê amadeye ku hemû rê bêne vekirinê, lê ew yek gerekê  li gorî qanûnên serbixwetîyê û wekehevtîyê bê mîyaserkirinê”,-Grîgoryan gotîye.

Serokwezîrê Ermenîstîanê Nîkol Paşînyan li parlamêntê gotibû, wekî nava pirsa vekirina rêyên herêmîda Ermenîstan û Adirbêcan dikarin bighîjine helkirina qebûlkirinê, ya bona herdu alîya.Ewî gotibû,wekî Ermenîstanê derbarê wê yekêda pêşnîyar Adirbêcanêra şandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button