Ez dikarim garantî bikim ku nîyeta Ermenîstanê tune ku êrîşî Adirbêcanê bike: Paşînyan

Ermenîstan bi tu welatan re ne di pêşbirka çekan de ye, em çekan tenê ji bo parastina sînor û yekîtîya axa Ermenîstanê, yanî ji bo armancên parastinê peyda dikin û armancên me zelal in.
Nîkol Paşînyan di hevpeyvîna xwe ya bi “Armenpress” ê gotîye.
“Hewl didin ji me re bêjin ku divê em çekên parastinê bi dest bixin, lê bi çekên parastinê ne pêkan e ku parastinê bi rêxistin bikin: em bêjin Ermenîstanê xwedî balafirên dijfiroke û REP yên sûper çekirî bû, ji bo ku xwe ji êrîşên bejahî biparêze divê çi bike? Helbet bi topan, helbet bi fûzeyan, helbet bi rêyên din yên êrîşê jî çekên neparastinê bi dest dixe, gelo ev tê wê maneyê ku sîyaseta revanşîstî dimeşîne?
Ewî her wiha got ku li gorî hemî normên navneteweyî, Komara Ermenîstanê xwedî mafê hêzên çekdar e û mecbûr e ku hemwelatîyên xwe biparêze, di nav de ji metirsîyên derve yên muhtemel.
“Rêformên artêşê mafê me yê rewa ye, gelo ev ji bo Adirbêcanê metirsî ye? na, ji ber ku em yekparçeya axa Adirêcanê û serwêrîya axa Adirbêcana Sovyêtê bi zelalî nas dikin û em ji Adirbêcanê jî wek me hêvî dikin ku yekîtîya axa komara Ermenîstanê li gorî peymanên ku me li hev kirine nas bike û xwe ji vê yekê dûr bixe sîyaseta tehdîdan, bêyî ku bibe sedema şîroveyan.
Hema bêje her roj daxuyanîyên gefxwarinê ji Adirbêcanê ji bo Komara Ermenîstanê tên kirin, di nav van şert û mercan de bersiva me di hundir de jî tê rexnekirin, ji ber ku em dibêjin ku em bi rêyên leşkerî vegerînin deverên xwe yên serwêrî jî nafikirin meseleya xêzkirina sînor çareserîyên sazî yên bi dest ketine rê dide ku ev pirsgirêk bi rêyên aştîyane, bi mûzakereyan bê çareser kirin avakirina mêxanîzmayeke dualî ji bo kontrolkirina çekan.
Lê Adirbêcanê hê bersivê nade û ferqa byûcêya leşkerî ya Ermenîstanê û Adirbêcanê ji xwe 3 qat di berjewendîya Adirbêcanê de ye.
Dema jê hat pirsîn ku ew metirsîya zêdebûneke nû li herêmê çiqas bilind dinirxîne, ewî gotîye: “Ez dikarim garantî bikim ku Ermenîstanê tu nîyet, armanc û plana êrîşa li ser Adirbêcanê tune ye û bi vî awayî naçe. Heger nîyeta Adirbêcanê tunebe ku êrîşî Ermenîstanê bike, wê demê îhtîmala zêdebûna rageşîyê li herêmê sifir e”.







