H’emû nûçeSereke

Me ew helkirin dîtîye ku çawa rîya hesinî bidine vekirinê, ya ku wê bona herdu welata ya qebûlkirinêbe:Paşînyan

Him li Ermenîstanê û him jî li Adirbêcanê qeyde-qanûnên komîsîyayêyn dîyarkirina sînora hatine îzbatkirinê û ew yek dide kifşê, wekî pêvajo gerekê berdewambe.Derbarê wê yekêda Nîkol Paşînyan wextê hevpeyvîna tevî “Armenpress” ê gotîye.

“Ez difikirim wekî pêşerojêda komîsîyayên dîyarkirina sînora wê rastî hevdu bên û wê yekê gotûbêj bikin ku ewê dîyarkirina sînora li kîderê berdewamkin.Em jî li vir li ser wê fikirêne ku xebata konkrêt û çêkirinê pêşda bibin”.

Çawa bersiva wê pirsê, ku pirsa rêyên herêmî wê çi cûreyî bê helkirinê û gelo Adirbêcan dîsa wê fikirdarîya korîdorê berdewam dike yan na, serokwezîr gotîye, wekî wana helkirina başqe dîtîye ku çi cûreyî rîya hesinî bidine vekirinê.

“Bi qîmetkirina  me, me helkirin dîtîye ku rîya hesinî çi cûreyî vekin, ya ku wê bona him Ermenîstanê, him jî Adirbêcanê ya qebûlkirinêbe.Ew pêşnîyar bi cûrê nivîsar me şandîye Adirbêcanê û em hîvîya bersivêne.Heger ew bersiv hebe, wî çaxî wê pêwîstbe peymanê îmzekin û destbi çêkirina rîya hesinî bikin”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button