SerekeSîyasî

Mêdyaya rojavayî bersiva pêşnîyara Pûtîn ya ji bo duel bi “Orêşnîk” re da

Gelek mêdyayên biyanî, piştî peywendîya raste-rast bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re, bal kişand ser pêşnîyara wî ya “rêkxistina duelek bi têknolojîya bilind ji bo kesên ku gumanê li kapasîteyên “Orêşnîk” dikin. Hinekan ev gotinên wî wek bersiveke li hemberî “şikbarîya rojavayî”, hinekan jî wek “pêkenok” dihesibînin.

Serokê Rûsyayê bi taybetî got ku ew di biryardana çêkirina mûşekê de beşdar bûne û dîyar kir ku karîna dijmin nîne ku bi hêsanî “Oreşnîk” ê biteqîne yan jinav bibe. Di vê çarçoveyê de Pûtîn “duel” ya mûşekî bi welatên rojavayî re pêşnîyar kir ku îzbat bike ku mûşeka balîstîk ya sûpêrsonîk ya nû ya Rûsyayê “Orêşnîk” dikare her sîstêma berevanîya mûşekî têk bibe.

Rojnameya Sun ya brîtanî û kanala El-Cezîre ya erebî di wê bawerîyê de ne ku Pûtîn bi pêşnîyara xwe bersiv daye “gûmana rojavayî li ser şîyanên “Oreşnîk”. Rojnameya Wall Street Journal ya Amerîkî amaje bi wê yekê kir ku serokê Rûsyayê “pesindan” û “provokasyona” Rojavayê dike.

Li gorî kanala têlêvîzyonê ya Amêrîkî NBC News ê, Pûtîn henek kir ku ew dixwaze Rojava bi “duelek têknolojîya bilind” biceribîne da ku kapasîteyên pergalê biceribîne.

Rojnameya brîtanî Daily Mail û Associated Press di wê bawerîyê de ne ku rêberê rûs bi vê dijwarîyê re hevalbendên rojavayî yên Ûkraînayê “tinazî” kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button