Pêşxistina korîdora veguheztina navneteweyî ya “Bakûr-Başûr” di nav qada armanca taybetî ya Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de ye

Di sala borî de, welatên endamên yekîtîyê, ligel komîsyona aborî ya Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî , bi awayekî çalak ji bo cî bi cîkirina plana berfereh ji bo pêşvebirina korîdorên veguheztina Avrasyayê ku di dawîya sala 2023 de ji hêla encûmena Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ve hatîye pejirandin xebitîn.
Arzbek Kojoşêv, wezîrê ênêrjî û binesazîyê yê komîsyona aborî ya Avrasyayê, di axaftina xwe ya bi nûçegîhanê “Armenpress”ê re li Moskvayê, li ser korîdorên veguhestinê yên Avrasyayê û projeyên bingehîn yên binesazîya întêgrasyonê, gotîye.
“Têkilîyên veguhestinê yên di navbera welatên endamên yekîtîyê de di asteke bilind de ne. Ez girîng dibînim ku ez tekez bikim ku, wek nimûne, Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî di warê dirêjîya rêyan de li cîhanê di rêza 4 emîn de ye û ji hêla dirêjîya rêyên hesinî ve di rêza 3 emîn de ye.
Korîdorên veguhestinê yên Avrasyayê derbasî Behra Baltîk û Sor, Avropayê, Çînistanê, Îranê, welatên Ereb û Hindistanê ne”. Nîşaneyên pêşkeftinê armanc û li ser amadekirina pasaportên korîdorên veguheztinê yên Avrasyayê, li ser pêşvebirina hewcedarîyên yekreng yên ji bo korîdoran, û her weha li ser pênasekirina tedbîrên ji bo pêşkeftina beşên qismî.
Li gorî hevpeyivîna me, girîngîyeke taybet bi pêşxistina korîdora veguheztina navneteweyî ya “Bakûr-Başûr” tê dayîn, wekî rêgeza bingehîn ya geşepêdana barkêşîya giştî ya Yekîtiya aborî ya Avrasyayê.
“Ji bo pêşxistina vê korîdorê, ji holê rakirina “kelûpelan” û her wiha çêkirina lojîstîkê bênavber xebatên aktîv tên meşandin. Xebat ji bo pêşxistina sê rêyên sereke yên transkaspîyê, Rojavayê û Rojhilatê wê korîdorê didomin.
Di sala 2024 a de, navnîşa projeyên binesazîya bingehîn hate berfireh kirin, ku naha 11 projeyan vedihewîne. Di nav wan de projeyek ji Komara Ermenîstanê, 2 ji Komara Bêlarûsê, 3 ji Komara Qazaxistanê, 3 ji Komara Qirqizistanê û 2 ji Fêdêrasyona Rûsyayê ne. Em behsa çêkirin û nûavakirina rêyan, çêkirina binesazîya rêyên hesinî, ÿlêktrîkkirin û nûjenkirinê dikin” ji bo bidestxistina îstîqirara mezintir di sîstêma lojîstîkê ya navneteweyî de û derbazbûna bênavber dê bê misoger kirin.







