
Serokê giştî yê MHP ê Dêvlêt Bahçêlî ragîhand, ew hevdîtina şandeke DEM partîyê bi Abdûlah Ocalan re erênî û sûdmend dibînin.
Serokê giştî yê MHP ê Dêvlêt Bahçelî ku di heman demê de hevbeşê desthilatê ye, li parlamentoya Tirkîyayê ji rojnamevanan re got, ew dixwazin şanda DEM partîyê li zîndana Îmralîyê bi Abdûlah Ocalan hevdîtinê bike.
Da zanîn jî, berî sala 2025 a hevdîtineke wiha wê sûdmend be û bibe destpêkeke baş. Herwiha Bahçelî gotîye, ewê ji hevdîtinê dilxweş bibin û hêvîxwaz in ji hemû welatiyên Tirkîyayê re başîyê bîne.
Ajansa nûçeyan “ANKA” îdîa kiribû, serokkomarê Tirkîyayê Recep Tayîb Êrdogan hevdîtina şanda DEM partîyê bi Abdûlah Ocalan erê kirîye û di heyama deh rojan de, ev hevdîtin wê bê kirin.
Li gorî mêdyaya Tirkîyayê, cîgirê serokê parlamêntoyê Sîrrî Sûrêya Ondêr û parlamêntara Dem Partî Pervîn Bûldan wê serdana Ocalan bikin.







