H’emû nûçeSereke

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê ji encamên bilindbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayêye êkonomîkî razîye

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan elam kirîye wekî ew ji encamên pêşketina pêwandîyên kirîn-frotanê û êkonomîkîye tevî Rûsîyayê razîye.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derbarê wê yekêda ewî li Moskvayê, piştî civîna komîsîya di navbera hukumatada gotîye û daye dîyarkirinê,wekî zêdebûna kirîn-frotanê dubare bûye.

“Bêguman, gelek pirsên xebatê, yên bona pêşxistina hevkarîyê hene lê zêdebûna kirîn-frotanê dubare bûye”,- ewî gotîye.

Bi gotina cîgirê serokwezîr, wextê civînê dorana pirsaye berfireh, yên bona pêşxistina pêwandîyên dualî hatine gotûbêjkirinê.

“Ew pirs yên derheqa êkonomîkayê û kirîn-frotanê, ênêrgêtîkayê, sîstêmên transportêdanin. Li gorî encamên sale, me gelek tişt dane dîyarkirinê û bi hemû alîyava pêşketin hene”,-cîgirê serokwezîr gotîye.

Ewî usa jî derheqa  îmzekirina qayîlnivîsara derbarê xebata yûnîvêrsîtêya ermenî-rûsîye li Yêrêvanê bîr anîye.

Nava goveka hûmanîtarîda ew yek projeke girînge. Qayîlnivîsara sala 1997 a îdî ne gorî qanûndarîya herdu welata bû û bo wê yekê jî pêwîstîya îmzekirina dokûmênta nû pêşda hat. Wextê civînê usa jî cêrge pirsên derheqa goveka hûmanîtarîda hatine gotûbêjkirinê. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button