Kovara yunanîye “Etnos” ê gotareke berfireh li ser înîsiyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê weşandîye

Kovara Yûnanistanê ya bi navê “Etnos” gotareke berfireh li ser înîsîyatîva Ermenîstanê ya “Xaçerêya aşîtîyê” û girîngiya wê ya herêmî û navneteweyî weşandîye.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, di gotarê de tê gotin ku armanca vê destpêşxeriya ermeniyan ew e ku bi girêdana korîdora veguhestinê ya Bakur-Başûr û Rojhilat-Rojava beşdarî yekbûna navçeyî û geşepêdana aborî bibe.
Gotar tekez dike ku pozîsyona Ermenîstanê wek girêdana herêmî potênsyela girîng vedike.
Bi rêya “Xaçerêya aşîtîyê” tê plankirin ku di navbera Ermenistanê, Îranê, Tirkiyayê, Adirbêcan û Gurcistanê de, rêyên hesinî, xetên boriyan û xetên êlêktrîkê jî di nav xwe de pêwendiyê pêş bixin. Li gor wê gotarê, yek ji armancên sereke yên vê destpêşxeriyê ew e ku bi rêya peywendiyên bihêz yên aborî, siyasî û çandî, di avakirina aştiya herêmê de beşdar bibe.
Di gotarê de tekezî li ser wê yekê tê kirin ku ji bo pêkanîna aşîtîyê li herêmê pêwîstî bi deriyên vekirî û pêşxistina binesaziyê heye. Wezîrê Yûnanistanêyîî karên Corc Gêrapêtrîtîs jî piştgirî da vê înîsîyatîvê û diyar kir ku “Xaçerêya aşîtîyê” dikare ji bo pirsgirêkên herêmê çareseriyeke adil û pêkan be.
Di gotarê de tê bibîrxistin ku înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ji gelek welatan piştgirî wergirtiye, di serî de Dewletên Yekbûyî, Yekîtîya Avropayê, Fransîyaê, Yûnanistanê, Rûsyayê, Almanyayê û Brîtanyayê. Di gotarê de tê gotin ku ev destpêşxerî dikare Başûrê Kafkasyayê bike navendeke bazirganî û hevkariya navneteweyî.
Gotar her weha balê dikişîne ser girîngiya cihêrengkirina korîdorên veguheztinê, ku wê bikaribe Ermenistanê herêmên Dbehra Reş û Kendava Farisî bi hev ve girêbide, îmkanên veguheztina rê, boriyan û veguhestina êlêktrîkê berfireh bike.
Di dawiya gotarê de tê gotin ku înîsîyatîva Ermenîstanê ya “Xaçerêya aşîtîyê” ji bo pêkanîna aîştî û aramiyê li herêmê alîkariyek girîng e.







