H’emû nûçeSereke

Komîtêya tûrîzmê gavên çalak plan dike ku sala 2025 a de Ermenîstan ji bo geştyaran bibe cîhekî balkêştir

Komîtêya tûrîzmê ya wezîreta aborîyê ya Ermenîstanê plan dike ku  sala 2025 a de gavên aktîv bavêje da ku Ermenîstan ji bo geştîyaran bibe cihekî balkêş.

Seroka komîtêya geştûgûzarîyê Lûsînê Gêvorgyanê ji “Armenpress”ê re li ser karên sala 2025 an axivî û dîyar kir ku di sala bê de dê bi awayekî aktîv di warê Îranê û welatên Avropayê de bixebitin.

“Divê em bêjin ku  sala 2024 a de Ermenîstanê ji sala 2023 a hinekî hindiktir tûrîst qebûl kir, ev jî ji ber gelek faktorên jêopolîtîkî û navxweyî ye. Ji bo geştyarên rûsî jî gelek xebatên me hene. Li ser rêya cînarên me Îranê divê em di vî warî de bixebitin da ku em fêm bikin ka divê em çi seyrangehên din  raber bikin da ku geştyarên îranî zêdetir bên Ermenîstanê”.

Lûsînê Gêvorgyanê destnîşan kir ku Ermenîstan di warê serpêhatî, gundîtîyê û êkotûrîzmê de xwedî potênsîyaleke mezin ya geştîyarîyê ye ku li gorî daneyên îstatîstîkî ji bo geştîyarên Avropayê cîhê geştîyariyê tercîh dikin.

 “Heke em karibin van berhemên ermenî bi rêkûpêk pakkirin û  raber bikin, li gorî hebûna seferên raste-rast yên ber bi Avropayê û ji Avropayê ve, em ê karibin tûrîstên avropî bikşînin.

Di vî warî de, sala bê jî em plan dikin ku beşdarî çendîn pêşangehên girîng yên navneteweyî bibin, ku tê de rojên mêvandarîya şerab û xwarinên neteweyî, her wiha rojên pêşandana cil û berg û stran û dîlanê têne komkirin, di encamê d  eleqeya li welat zêde dibe”.

Li gor daxuyanîya serokê komîtêya tûrîzmê heta dawîya sala 2024 a hejmara geştîyarên ku serdana Ermenîstanê dikin wê ji 2 mîlyonî derbaz bibe, ev jî ji sala par hinekî kêmtir e, ji ber ku heta 31 ê kanûna pêşin ya sala 2023 a 2,3 mîlyon geştîyar serdana Ermenîstanê kirine.

Seroka komîtêyê gotye: “Heger em sala 2019 a bidin ber hev, ku ji bo Ermenîstanê di warê aborî û tûrîzmê de pîvaneke çalakîyê bû, li gorî sala 2019 a 15 selef zêdebûneke me heye”,- seroka komîtêyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button