H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma û Krîstîna Qwînê mecalên bona destpêkirina firînên raste-raste, yên berbi Amêrîkayê gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî serkraîkirina têrîtorîya û sîtêma Davît Xûdatyan dêlêgasîya bi serkarîya bayloza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê, Krîstîna Qwînê qebûl kirîye. Derbarê wê yekêda ji wezîretê ragîhandine.

Wezîr bayloza amêrîkî silav kirîye û derheqa girîngîya kûrbûna hevkarîya dualîda daye dîyarkirinê.

Baylozê wezîrê tezekifşkirî pîrorz kirîye û gotîye wekî ew amadene hevkarîya tevî wezîretê berdewamkin û bidine berfirehkirinê.

Pêvajoya cêrge progiramên ku tên mîyaserkirinê, hatîye gotûbêjkirinê.Xeberdan usa jî derheqa hevkarîya nava goveka ênêrgêtîkî û têknolocyada, usa jî bernama “Xaçerêya aşîtîyê” da çûye, derbarê kîjanêda baylozê derheqa piştgirîya xweda daye dîyarkirinê.

Mecala destpêkirina firînên raste-rast, yên berbi Amêrîkayê, hatîye gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button