H’emû nûçeSereke

Waşîngtonê bersiva gunehkarkirinên ji alîyê Elîyêvda daye bi kîjana Ermenîstanê nava sîlihkirinêda gunehkar dikin

Waşîngtona fermî bersiva gunehkarkirinên ji alîyê Elîyêvda daye, bi kîjana Ermenîstanê nava sîlihkirinêda gunehkar dikin.Elamî radyostansîya “Aza” ê kirine, wekî piştgirîya Amêrîkayê him bona Ermenîstanê û him jî bona Adirbêcanê bona qewînkirina hevkarîya tevî hêzên amêrîkî û NATO tê kirinê, bona profêsîyonalîzma artêşê bidine qewînkirinê û sînorê tevî Îranê jî bê qewînkirinê.

Wextê hevpeyvîna tevî kanalên têlêvîzyona rûsî, Îlham Elîyêv gotibû, wekî nava dayîna sîlihada, yên bona Ermenîstanê,cîhê ewlinda Fransîyaye, cîhê duemda Hindistane, lê cîhê sêemda Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye.

“Fransîya û Hindistan venaşêrin,wekî sîlihên kuştinê didine Ermenîstanê, lê Amêrîka xwe mikur nayê, lê  me dîna xwe daye  teyarên amêrîkîye barbir,  kîjan li firegehên ermenî peya bûne û sîlih birine wir”,- Elîyêv gotibû.

Ne Yêrêvan, ne jî Waşîngtonê tu cara derheqa sîlihada elam nekirine. Elîyêv derheqa kîjan sîlihada dibêje û gelo gotina wî gorî rastîyêye yan na? Çawa bersiva vê pirsê berdevkê dêprartamênta amêrîkî raste-rast nedaye û gotîye: “Dewletên Amêrîkayêye yekbûyî piştgirîya bona Ermenîstanê û Adirbêcanê usa hesab hiltîne wekî wan sîliha nikarin bona êrîşkirinê bidine xebatê û bi wana nikarin pêşîya jîyîna edil bigrin. Mêtyû Mîlêr usa jî gotîye,wekî Amêrîka piştgirîyê dide pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê bona ku konflîkta  di navbera wanda bi rîya edil bê rastkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button