SerekeSîyasî

Kurd ji bo Kurdistana mezin dixwazin: pirsgirêka li ser xaçerêya aîştîyê û aloziîya herêmê ye

Pirsgirêka Kurd li Sûriyayê di van salên dawî de bûye yek ji pêkhateyên sereke yên sîyaseta navçeyî û navdewletî, piştî rûxandina rêjîma Esed ji aliyê hêzên alîgirên Tirkiyayê ve bi piştevaniya Tirkiyayê, ev mijar aloztir bû.

Pirsgirêka kurd li Sûriyayê yek ji astengên sereke ye li pêşiya aştiya herêmê. Piştî rûxandina rejîma Esad ji aliyê hêzên alîgirên Tirkiyayê ve mijar zêdetir bû. Pêwîstî bi çareseriyên piralî heye ku hem yekîtiya axa Sûriyayê û hem jî parastina mafên civaka kurd li ber çavan bigire.

Kurd li Sûriyayê mezintirîn kêmîneya êtnîkî ne 10 selefê nifûsê pêk tînin. Bi piranî li bakur û bakurê rojhilatê welêt dijîn. Komeleyên kurdî, bi pêşengiya Hêzên Sûriya Demokratîk, roleke girîng di şerê li dijî rêxistina “Dewleta Îslamî” de lîstin. Lê belê, daxwazên wan yên xweserî û wekheviyê gelek caran bi berjewendiyên aktorên Tirkiyayê, Sûriyayê û navneteweyî re li hev dike.

Hukumeta Sûriyayê û hêzên kurdî bi rêkûpêk danûstandinan dikin, lê mijara otonomiyê çareser nebûye.Berpirsîyarê rojnameya “Zartonk”ê ku li Beyrûtê tê weşandin, Sêvak Hakobyan, destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn ya Tirkiyayê heye ku destûrê nede wê xweseriya potênsîyal.

“Pêwîste Tirkîya beriya her tiştî pirsgirêka kurd çareser bike. Ez di wê baweriyê de me ku armanca wî ew e ku pirsgirêka herêma xweser ya niha ya dêfakto ya kurdî li bakurê Sûriyayê çareser bike”.

Tirkiya armancên xwe yên li Sûriyayê venaşêre, bi dirêjî behsa wê yekê dike ku çawa dixwaze têkiliyên Tirkiyayê-Sûriyayê bi yên Împeratorîya Osmanî re “bigihîne” hev. Di vê çarçoveyê de jî îdîa dike ku tevlîbûna hêzên Sûrîya dêmokratîk ji bo ewlehiya wê ya neteweyî metirsî ye.

“Eger herêma xweser ya kurd fermî bibe, wek Bakurê Iraqê, li Bakurê Sûriyayê jî tiştekî wisa çêbibe, parçekirina Tirkiyayê îdî ne meseleya demê ye. Yanî kurd li wir (li başûrê Tirkîyayê) xwedî nifûsek in, gelên li ser erdê dijîn û dikarin ji projeya Kurdistana Mezin ra bigerin. Pirsgirêka Tirkiyayê li wir heye”.

Şirovekarê ermenîê Sûrîyayê Hakob Nalband di wê baweriyê de ye ku Tirkiyayê rê nade parçekirina Sûriya ji ber ku dibe bandora domînoyê hebe.

“Bi rastî Sûrîya yekgirtî ji bo Tirkiyayê sûdmend e. Tirkiya tu carî rê nade ku li bakurê Sûrîyayê otonomiyeke kurdî ya dêfakto derkeve holê. Em ji bîr nekin ku li Tirkiyayê 20 milyon kurd hene”.

Piştî hevdîtina  li gel wezîrê Tirkîyayêyî karên Fîdan, serkirdeyê nû yê Sûriyayê El-Şeraa ragihand ku divê hemû komên çekdar yên li Sûriyayê, di nav de hêzên kurdî jî bên hilweşandin.

Serdana muhtemel ya Erdogan ya Damaskosê berîya niha hatibû ragihandin. Beriya wê jî li gorî nûçeya El Erebiye, Erdogan îro li meclîsê ragihandibû: “Divê kurd yan çekên xwe deynin yan jî wê li nav axa Sûryayê bên veşartin”.

Li gorî Sêvak Hakobyan, tu cudahiyên cidî di navbera siyaseta hukumeta nû ya Sûryayê û rayedarên Tirkyayê de nînin.

“Di vê wateyê de divê her tim hevkariyê bikin û planên Tirkiyayê yên li herêmê bi vê yekê pêk werin. Heta kengê dikare bidome, ev dewlet yan jî dewletbûna nû avabûyî dikare rewşa xwe ya nekomunal, yan jî, bêje, vekirî, toleransê ku hatiye îlankirin bidomîne – ev pirsek e, meseleya demê ye. Lê, ez wisa difikirim ku, di dawiyê de rûyê her kesî wê derkeve holê, ji ber ku ne mimkûn e ku bi vî awayî vê rastiya ku niha bi mantiqa “rebranding”ê dikin, veşêrin.

Tê zanîn ku Tirkiya jî xwe ji bo wan herêmên kurdî amade dike. Tirkzan Nêlî Minasyan, li ser daxwaza Tirkiyayê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka komên çekdar yên kurd li Sûriyayê, tîne ziman ku DYE rê nade ku ew “serweta xwe ya stratejîk” li Sûriyayê winda bike. Yanî rê nade ku Tirkiya komên çekdar yên kurd tune bike û di dawiyê de jî kurd wê li kêleka Tirkiyayê otonomiya kurdan ya duyemîn ava bikin.

“Li gorî min Aqamerîkayî ji bo Kurdistanê senaryoyeke bi vî rengî tercîh dikin. Ev dê ji bo Tirkiya çi rewşê çêbike? Tirkiya bi rastî pirsa kurd çareser nake, nikare pirsa kurd çareser bike, yan jî tu kes nahêle ku ew bi xwe pirsa kurd çareser bike, ya duyem jî, jixwe raste-ast li cînarê xwe otonomiya duyemîn distîne.

Ehmed El Şera herî dawî li ser hebûna Rûsyayê li Sûriyayê axivî û bal kişand ser peywendiyên demdirêj di navbera Sûriyayê û Rûsyayê de û got ku hukumeta nû ya Sûriyayê lez nake ku Rûsyayê ji Sûriyayê derbixe.

“Em dixwazin peywendiyên stratejîk bi Rûsyayê re li ser bingeha serwêrî, aramî û ewlekariya Sûriyayê vegerînin”,- serokê hukumetê gotîye.

Di vê navberê de, Tirkiyayê ragîhand, ku ew piştevaniya hebûna baregehên biyanî li Sûriyayê nakin, çi ew bingehên rûsî yan amerîkî bin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button