Pêşangeha daîmî wê li mûzêya dîroka Ermenîstanê ji nû ve bê vekirin: “Padîşahîya ermenî ya Kîlîkyayê bi sernavê “bi hêza Xwedê”

Beşeke din ya pêşangeha daîmî wê li mûzêya dîroka Ermenîstanê ji nû ve bê vekirin: “Padîşahiya Ermenî ya Kîlîkyayê. bi sernavê “bi hêza Xwedê”.
Li gorî rapora “Armenpress”ê, wezîreta perwerdê, zanistê, çandê û werzîşê da zanîn ku pêşangeh wê heyama hebûna dewleta Ermenîstanê li Kîlîkyayê: sedsalên 11-14 a vebêje.
Di pêşangehê de wê dramên serdema mîrektî û padîşahîyê, her weha dewletên din yên hemdem, dara malbatê ya malbatên padîşah, û kincên derve yên hevrşim yên ku di kolêksîyonên nûmismatîkî yên mûzeyê de têne hilanîn bên raber kirin.
Nimûneyên ku têne nîşandan bermahîyên bêhempa yên dewleta ermenî ya bi hêz ya Kîlîkyayê ne, ku wê derfetê bide mêvanan ku pêvajoya damezrandina mîrektiîya Kîlîkyayê û avabûn û pêşkeftina dewleta Ermenîstanê bişopînin. Pêşangeh wê ji 26 ê kanûnê û pê ve ji gel re vekirî be.







