H’emû nûçeSereke

Wa gotî têrmînên “Adirbêcana Rojavayê” yan jî “korîdor” gerekê nava hevraxeberdanada tunebin: Natalî Lûazo

Bi fikira parlamêntvana parlamênta Avropayê Natalî Lûazoyê, nava hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, yên bona normalkirina pêwandîya, wa gotî têrmînên “Adirbêcana Rojavayê” yan jî “korîdor” gerekê nava hevraxeberdanada tunebin.

Fikira wî cûreyî parlamêntvana Avropayê wextê qisa tevî “Armenpress” ê gotîye.

“Wa gotî têrmînên “Adirbêcana Rojavayê” yan jî “korîdor” gerekê nava hevraxeberdanada tunebin.Pêwandî gerekê çawa encamê qayîlnivîsara aşîtîyêbe, bi qedirgirtina serbixwetîya Ermenîstanê, lê ne ku çawa qewilê pêşda”,-Natalî Lûazoyê gotîye.

Ewê serda zêde kirîye, wekî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gerekê aşîtîya qewîn hebe û ew jî gerekê bibe armanca herdu welataye tomerî.

Aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gerekê bibe armanca herdu welataye tomerî. Hetanî niha Ermenîstanê sidqê xweyî qenc û amadebûna bona berdaxustina daye dîyarkirinê. Adirbêcan jî gerekê hema wî cûreyî bersivê bide”,-parlamêntvanê gotîye.Bi fikira wê, pêwîste ku qedirê serbixwetî û yekîtîya axa herdu welata bigrin.

 Parlamêntvanê usa jî derheqa dîlên ermenîda xeberdaye, yên ku neqanûnî li Bekûyê tên xweykirinê: “Werin em usa jî pirsa azaberdana dîlên leşkerî û qedirgirtina hindava mîrata  çandî bîr nekin”.

Ewê usa jî derheqa wan gunehkarkirinên ji alîyê Bekûyêda xeberdaye, bi kîjana Ermenîstanê bona destanîna têknîka leşkerî gunehkar dikin û daye dîyarkirinê,wekî ew yek îşê her welatekî serbeste.

“Çi ku derheqa kirîna têknîka leşkerîdane, wî çaxî ez bêjim wekî her welatekî serbest borcdare xwe biparêze û ji agrêsîya leşkerî dûr bimîne”,-parlamêntvana parlamênta Avropayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button