Berjewendiyên nû li Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî derdikevin holê, dibe ku pencereya “bazirganîya” sîyasî ji Ermenîstanê re vebe: zanyarê sîyasî

Serokatîya Ermenîstanê ya yeksalî ya Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî yê diqede, rûniştina civîna bilind ya li Sankt Peterbûrgê, li seyrangeha “Îgora” hat lidarxistin. Rûniştin ji dûr ve bi serokatiya serokwezîrê Ermenîstane Nikol Paşînyan hat kirin, ji ber ku ji ber têsta koronayê ya erênî nekaribû biçe Peterburgê. Alîkarê serokwezîrê Ermenîstanê Mher Grigoryan ji bo beşdarî xebatên civînê bibe li şûna wî şandin Rûsyayê. Dibe ku beşdarbûna wî bi prosedûra veguheztina serokatiyê ji Bêlarusê û hewcedariya îmzekirina belgeyan ve girêdayî bû. Tenê beşa destpêkê ya xebatên rûniştinê ji bo şopandinê peyda bû, yên mayî jî li pişt deriyên girtî pêk hatin.
Neçûyîna serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ya Rûsyayê, bi rastî jî ne mijara herî girîng ya civîna konsêya bilind ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bû ku ket navenda bala raya giştî. Her çend mijarên rojeva niha û paşerojê li pişt deriyên girtî hatin nîqaşkirin jî, çend mijarên ku ji bo welatên endamên saziyê girîng in, ji berê ve hatin zanîn.
Serokwezîr Paşînyan ku ji ber kovîd 19 ê ji dûr ve serokatiya civînê dikir, bal kişand ser kîjan mijaran ku Ermeniîstan wek welatê serokatiyê di warê xebata bibandor ya strukturê û berjewendiya welatên endam de girîngiyê dide kîjan mijaran.
“Pêşitiyên sereke yên serokatiya me rêgezên sereke yên hevkariya aborî, di warê ênêrjiyê de avakirina bazareke yekgirtî, ji holê rakirina pirsgirêkên di bazara navxweyî ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî , pêşxistina binesaziya veguhastin û lojîstîkê û xurtkirina têkiliyên navneteweyî bûn”.
Qada analîtîk ya Ermenîstanê di derbarê avakirina yek piyaseya ênêrjiyê de hîna bi îhtîyat e, bi ber çavan re mueyîdeyên rojavayî yên têkildarî şerê Rûsyayê-Ukraînayê, hîna ne pêkan e ku di derheqê vê sektorê de pêşbîniyek zelal bê kirin.
Di destpêka meha kanûnê de, di civîna asayî ya civata navdewletî ya Avrasyayê de li Moskvayê, serokwezîr Paşînyan li ser bernameya “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenistanê axivî û diyar kir ku ev bername dikare çi feydeyê bide welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî .
Fêdêrasyona Rûsyayê berjewendiyên xwe yên bi avahiyê ve girêdayî ye. Serokê wî welatî Vladîmîr Putin dibêje:
“Xebatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî beşdarî berfirehkirina bernameyên bazirganî û veberhênanê, afirandina têkiliyên karsaziyê û kûrkirina hevkariyê dibe. Û ya herî girîng jî ew e ku têkiliyên hevkariyê ji hemû endamên komeleya me re fêdeyê rast tîne”.
Di vê çarçoveyê de tenê çarçoveya welatên endamên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî têra Rûsyayê nake.Alîkarê serokwezîrê Rûsyayê Alêksêy Ovêrçuk berê piştrast kir ku fikira avakirina herêmeke bazirganiya azad bi Pakistanê re dê derfetên nû ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî re veke.Ev mijar ji bo Ermenîstanê girîng e, ji ber ku Pakîstan yekane welat e ku Ermenîstanê wek dewlet nas nake, heta di şerê dewletê yê 44 rojî de ji bo Adirbêcanê beşdarî pasîf bû.
Li gorî van hemûyan, pisporê înstîtuya ermenî ya kar û barên navneteweyî û ewlekariyê Davît Stêpanyan, di vê baweriyê de ye ku Ermenistan wek welatê damezrîner ê rêxistinê, di berdêla endametiya Pakistanê de îmtiyazan bixwaze.
“Ji dema ku Rûsya Pûtîn dest bi qutkirina têkiliyên bi Rojavayê re kir, li ser cîhana tirkan behîs kir. Belê, Pakîstan dewleteke dijminê Ermenîstanê ye. Heger Rûsya bixwaze Pakîstan bibe endamê Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, Ermenîstan dikare di yek rewşê de razî bibe, heger berjewendiya Ermenîstanê jî di encama vê pêvajoyê de bê parastin. Ez bawer im ku Tirkiya jî dixwaze ku Pakîstan bibe endamê Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî , wek mînak Tirkiya dikare sînorê Ermenîstanê veke. Heger danûstandineke sîyasî û aborî ya wisa hebe, ez difikirim ku Ermenîstan dikare pir bi aramî li hev bike. Eger ne wisa be, heger Ermenîstan ji wir ne xwediyê berjewendiyek konkret be, ku berjewendiyên dewletê nîşan dide, wê demê divê Ermenîstan vêto bike. Siyaset hunera mumkinan e, siyaset bazirganî ye û em dibînin ku dewletên heman cîhana tirkan, berî her tiştî Tirkiya û Adirbêcan di vê hunerê de pir baş in”.
Wezîrê ênerjiyê yê Pakîstanê jî destnîşan kir ku ji bo avakirina herêma bazirganiya azad ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî -Pakîstan muzakere tên kirin û got, lê belê xebatên ku didomin hîna têra eşkerekirin û dayîna agahiyan negihîştine wan.
Di derbarê xebata sala bê de, di sala 2025 a de serokatîya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ji Ermenîstanê derbasî Belarusê dibe. Hukumeta Ermenîstanê ji ber gelek gotinên problêmatîk yên ku ji aliyê wî ve hatine dayîn, bi serokê welatekî re pirsgirêkên konkret hene.







