H’emû nûçeSereke

Parlamêntvanê Swêdî projeya “Xaçerêya aşîtîyê” û xebata Yêrêvanêye bona wê yekê baş qîmet dike

Parlamêntvanê parlamênta Swêdê Êrîk Hêlsborn projeya “Xaçerêya aşîtîyê” û xebata Yêrêvanêye bona wê yekê baş qîmet dike.

Fikira wî cûreyî parlamêntvan wextê qisa tevî “Armenpress” ê, elam kirîye û derheqa rêyên li Kafkasîya Başûr û usa jî pirsên di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda xeberdaye.

Bi axaftina derheqa rêyên li herêma Kafkasîya Başûr û usa jî kemala projeypa “ Xaçerêya aşîtîyê”, parlamêntvanê Swêdî hewildanên Yêrêvanêye bona wê yekê bilind qîmet kirîye.

“Tiştekî  başe ku meriv divîne wekî Yêrêvan bi aktîvî bona helkirina pirsgirêkê dixebite”,- Êrîk Hêlsborn gotîye.

Hêlsborn derheqa wê yekêda jî gotîye,wekî nava pirsa vekirina rîyada, Adirbêcan dîsa wa gotî fikirdarîya “korîdorê” pêşda dikişîne. Parlamêntvan serda zêde kirîye wekî barên ku nava Ermenîstanêra derbazbin, gerekê li gorî qewilên ermenîyabin.

“Femdarîye wekî Adirbêcan dixweze bi hêsanî meriva û bara ji axa xweye hîmlî derbazî Nexçêvanê bike. Feqet Bekû gerekê fem bike wekî hemû cîguhastinên nava axa ermenîra gerekê li gorî qewilên ermenî bêne mîyaserkirinê”,- parlamêntvanê Swêdî gotîye.

Ewî usa jî derheqa elametîya Nîkol Paşînyane van axirîyada xeberdaye, bi kîjanê dabû dîyarkirinê,wekî konstîtûsîya Adirbêcanêda derheqa axa Ermenîstanêda tê dîyarkirinê: “Bi hesabhildana agrêsîyayên Adirbêcanê, minê bigota wekî xemgînîyên wî cûreyî femdarîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button