Pêşengeha daîmî ya girêdayî mîrektîya ermenîyan ya Kîlîkyayê li mûzêya dîroka Ermenîstanê ji nû ve hat vekirin

Roja çarşemê li mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê “Padîşahîya Kîlîkya ya ermenîyan” hat ragîhandin ji nû ve vekirina pêşangeha daîmî ya bi navê Xwedayê bi şîyan (sedsalên XI-XIV)”. Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, di nav pêşangehên ku hatine raber kirin de, berhevoka balkêş ya diravên mîrektî û padîşahîya Kîlîkyayê derdikeve pêş.
Mêvan dikarin li ser efirandin, damezrandin û pêşkeftina padîşahîya ermeniyan ya Kîlîkyayê, ku yek ji dewletên bi bandor yên sedsalên XI-XIV-ê ye, fêr bibin. Pêşangehên têkildarî avakirina qesiran, diravdanîn, damezrandina dara malbata padîşahan, navîgasyon û jyana gîyanî û çandî têne raber kirin.
Rêvebirê mûzexaneya dîrokî ya Ermenîstanê Davît Poxosyan ji nûçegîhanê “Armenpress”ê re ragîhand ku ev beşa pêşangehê piştî navbereke nêzîkî 4 salan ji ber xebatên nûjenkirinê ji nû ve hat vekirin. Pêşangeh bi vîdêoyên belgefîlm û anîmasyonên li ser Kîlîkyayê tê lidarxistin.
“Bêguman pêşangeh biçûk e, lê me hewl da ku em di derbarê padîşahîya ermenîyan ya Kîlîkyayê de nêrînek mûhtemel bidin. Em gelek kêfxweş in ku îsal me karî em beşa navborî ya ku bi keresteyên nû ve hatîye dabînkirin ji nû ve vekin. Pêşangeh bi ahengek matêryalên girêdayî qonaxên cuda yên dîroka Ermenîstanê temam kir”,- ewî gotîye.
Davît Poxosyan bi taybetî bal kişand ser cil û bergên ji hevrîşim yên serdema navîn ya bi têlên zîv, ku li ser nivîsa “Axirîya xwe ji bîr neke û guneh neke” hatîye nivîsandin. Tê texmînkirin ku cil û berg bi jîyana gîyanî ve girêdayî be, serfermandarê komarê yê dîasporayê Zarêh Sînanyan jî di nav mêvanên pêşangehê de ji me re got:
“Bê guman, bandor pir erênî ne. Kêfxweş im ku yek ji demên herî girîng yên dîroka me dîsa di mûzexaneya dîrokê de tê temsîl kirin. Pêwîst e mêvan bi awayekî fîzîkî Ermenîstana Kîlîkyayê bibînin û nas bikin, îmkanên wê fêr bibin. Em dizanin ku padîşahîya Kîlîkyayê di serdema ku me dewletbûna xwe li çîyayên Ermenîstanê winda kir de ava bûye. Di hin waran de, ew pirek bû di navbera dewletên ermenî yên kevin û komarên cîhê yên Ermenîstanê de ku di sedsala 20 î de ava bûn. Kîlîkya ji alîyê dîrokî ve parçeyek ji nasnameya me ye”.







