H’emû nûçeSereke
Wê îzinê nedine Rûsyayê û Adirbêcanê ku ew beşdarî lêpirsîna ketina teyara Adirbêcanê bibin

Qazaxstanê îzinê nede Rûsyayê û Adirbêcanê ku ew beşdarî lêpirsîna menîya ketina teyara azêrî bibin.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, çawa “Kazînform” ê daye dîyarkirinê, derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Qazaxstanê Qanat Bozûmbayêv gotîye.
“Wê îzinê nedine Rûsyayê û Adirbêcanê ku ew beşdarî lêpirsîna ketina teyara Adirbêcanê bibin. Ew yek li gorî qanûnên Qazaxstanê tê kirinê”,- cîgirê serokwezîr gotîye.
Teyara Adirbêcanêye merivbir, ya ku ji Bekûyê diçû Groznîyê, 25 ê kanûnê li nêzîkî firegeha Qazaxstanê Aktaûyê jorda ketîye.62 rêwî û 5 endamên teşkîla pîlota teyarêda hebûne.38 meriv hatine kuştinê,28 jî sax mane.







