H’emû nûçeSereke

Gelo nava şeş mehên salêye ewlinda pêşketina Kafkasîya Başûr alîyê êkonomîkayêda çiqas bûye?

Nava şeş mehên sala  2024 a ye ewlinda, êkonomîka Kafkasîya Başûr bi 6,9 selefîva zêde bûye. Derbarê wê yekda înstîtûta Gurcistanêye lêkolînî Gnomon Wise ê  ragîhandîye.Himberî sala derbazbûyî li herêmê êkonomîka bi 4, 7 selefîva zêde bûye.

 Destpêka sala îsalinda li Ermenîstanê û Adirbêcanê zêdaya êkonomîkî himberî wedê mayîn  bilind bûye. Mesele, nava sê mehên salêye ewlinda êkonomîka Ermenîstanê bi 9,2 selefîva zêde bûye. Nava wî wedeyîda ya Adirbêcanê gihîştîye 2,4 selefî, lê ya Gurcistanê gihîştîye 8,7 selefî. Nava şeş mehên salêye ewlinda emekê Ermenîstanêye nava zêdaya êkonomîka Kafkasîya Başûrda gihîştîye 1, 2 selefî, ya Gurcistanê 2,4  selefî, lê ya Adirbêcanê 3,3 selefî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button