H’emû nûçeSereke

“Heger mecala usa hebûya, ku min xweda tiştek biguharta, ezê hinekî bibûma ermenî”: serokê ajansa amêrîkîye navneteweyî Con Alêlo qulixa xweye li Ermenîstanê ser  hevda tîne

Serokê ajansa pêşketinê, ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Con Alêlo qulixa xweye li Ermenîstanêye çarsale ser hevda tîne.

Li gorî nûçeya “ Armenpress” ê derheqa wê yekêda nava elametîya ajansa amêrîkîda hatîye gotinê.

“Ez diçim.Çûyîn her dem tiştekî êmosîyonale.Çûyîna ji Ermenîstanê dibe, nenihêrî wê yekê wekî tiştê herî dijwar ewe wekî vî welatî hembêza xwe vekirî ez qebûl kirim.Ez kuda diçûm, min her dem texmîn dikir ku  ez tevî malbeta xweme”,- Con Alêlo vîdêyoyêda gotîye.

“Wextê xebata tevî binelîyên cîh, em dicêribînin derheqa hewcetîyênê wanda pê bihesin.Ez wî cûreyî gelek tiştî hîn dibim û diha baş fem dikim  ku çi cûreyî dikarin piştgirîyê bidin”,- Alêlo gotîye û serda zêde kirîye,ku bona wî li Ermenîstanê gelekî başe.

Nava elametîyêda usa jî hatîye gotinê,wekî bi rêberîya Con Alêlo dorana tehsîra mîsîya ajansê berfireh bûye û bernamên nû hatine amadekirinê û wê yekê tehsîreke baş li ser binelîyên Ermenîstanê hiştîye.

“Gelo hûn zanin ku ez gelekî firnax dibim ku ez amêrîkîme, lê heger mecal hebûya, min tiştekî biçûk xweda biguharta, ezê hinekî bibûma ermenî”,-Con Alêlo gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button