H’emû nûçeSereke
Îşê çêkirî, yê dijî Rûbên Vardanyan şandine mehkema Bekûyêye leşkerî

Îşê çêkirî, yê dijî wezîrê Qerebaxêyî dewletêyî berê Rûbên Vardanyan, yê ku li Adirbêcanê bi neqanûnî tê xweykirinê, şandine mehkema Bekûyêye leşkerî.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derbarê wê yekêda nava elametîya mehkema Adirbêcanêye sereke û qulixdarîya ewlehîya dewletêye tevayîda hatîye gotinê.
Dijî Rûbên Vardanyan cêrge gunehkarkirinên giran hatine pêşdakişandinê, yên ku çawa ew dibêjin “Derheqa ewlehîya Adirbêcanêye miletîyêdanin”.Bi wan xala têra tê dîtinê ku cezayê girtina heta-hetayê bidine Rûbên Vardanyan. Advokatê Vardanyan Carêd Gênsêr gotîye,wekî ev gunehkarkirin bi temamî bi menîyên sîyasîne û ew dijî cimeta Qerebaxê û serokatîya wan hatine pêşdakişandinê.







