Komîsyona Avropayê ji bo ewlekarîya stansîya Ermenîstanêye atomî wê 12,9 mîlyon yûro alîkarîyê bide Ermenîstanê

Hukumetê di rûniştina xwe de peymana fînansê ya di navbera Ermenistan û komîsyona Avropayê ya “Li Ermenîstanê xurtkirina ewlehîya atomî, parastina radyasyonê û binesazîyên rêvebirina bermahîyên radyoaktîf” pejirand.
Armanca vê peymanê (12,9 mîlyon yûro alîkarîya têknîkî) piştgirîkirina bihêzkirina ewlehîya atomî, parastina radyasyonê û binesazîya rêveberîya bermahîyên radyoaktîv li Ermenîstanê ye.
Di çarçoveya peymanê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên jêrîn dê piştgiriya aborî jiErmenîstanê re bê dayîn:
Bicîhanîna tedbîrên ku di plana neteweyî ya tedbîran de di encama cêribandina strasê ya xwenirxandina ewlehîyê ya ku li stansîya atomîî ya Ermenîstanê piştî qezya stansîya Ermenîstanêye atomî ya Fukusîma hate kirin û hêj nehatine bicîhanîn hatine çêkirin, ev in:
peydakirin û sazkirina rêkombînerên pasîv li herêma hermetîk ya yekîneya hêza 2 mîn stansîya Ermenîstanêye atomî ji bo bêbandorkirina xetereya teqîna hîdrojênê ya ku di dema qezayek giran de çêdibe û li devera hermetîk kom dibe,
zêdebûna zexta herêma hêrmêtîk.
Tedbîrên navborî dê ewlehiya stansîyayê zêde bike.
Di nirxandina ewlehîya pêrîyodîk ya stansîyayê de piştgirî dide sazîya birêkûpêk ya stansîyayê ya Ermenîstanê, komîtêya rêkûpêkkirina ewlehîya stansîya Ermenîstanêye atomî.
Zêdekirina kapasîteya komîtêyê wê bikaribe rapora ewlehîya pêrîyodîk ya ku ji hêla atomê ve hat raber kirin binirxîne, ji bo nirxandina lihevhatina asta ewlehîya stansîyayê bi daxwazên rêgez û normên ewlehîyê yên heyî re, ji bo nirxandina pêkanîna tedbîrên ku di stansîyayê de cîh digirin plana têsta strêsê ya neteweyî û pilana başkirina ewlehîyê, û her weha çavdêrîkirina pîlanên birêvebirina sotemenîya stansîyayê û bermahîyên radyaktîv.
Piştgirîya ji bo çêkirina laboratûyarek rêfêransa radyokîmyayî li Ermenîstanê, ku wê beşdarî baştirkirina binesazîya neteweyî ya çavdêrîya tîrêjê ya jîngehê li Ermenistanê, û her weha bersivdana acîl û pergalên şopandina radyasyonê ya çavkanîyên radyasyonê, bidestxistina ezmûna navneteweyî ya nûjen û zanîna ji bo pêkanîna tedbîrên çavdêrîkirina radyasyona jîngehê.







