Zindîbûna “Xaçerêya aşîtîyê” jî wê bi zelalkirina arasteyên hêzên sûper ve girêdayî be: zanyarê sîyasî

Rewşa jêopolîtîk li herêma Kafkasyayê aloz bûye, ji ber ku em di serdemeke aram ya sînoran, hin têkilî û binpêkirina rêgezan de dijîn.
Sîyasîzan Armên Hovhannisyan di hevpeyvîna xwe de bi “Armenpress”ê re, ev nêrîna xwe dîyar kir û rewşa niha ya li Kafkasya Başûr û meylên gengaz yên pêşveçûyîna bûyeran analîz kir.
“Piştî hilbijartina Tramp wek serokê Amêrîkayê, daxuyanîyên wî yên ku ji alîyê hiqûqa navneteweyî ve jî nayên qebûlkirin, bi fikar in, alîgirên wî jî van gotinan belav dikin, her çiqas ji bo temaşevanên navxweyî jî be jî, ev daxuyanî belav dikin armanc dike ku pêleke hestên welatparêzî di nav Amêrîkîyan de bilind bike. Bi her awayî bi berçavgirtina rola cîhanî ya Amêrîkayê li hemû cîhanê, ev daxuyanî tu alîkarîyekê nadin bihêzkirina sîstêmên ewlehîyê”.
Li gorî çavdêrîya Hovhannisyan, eger Tramp bikaribe îdîayên nerewa yên axê raberî welatê endamê NATO ê Danyayê bike, wê demê çi dikare rê li ber wê yekê bigire ku Adirbêcan, Tirkîya û welatên din yên mîna wan heman tiştî ji cînarên xwe re nekin.
“Girtina Tirkîyayê ya li Sûrîyayê îspata vê yekê ye, dema ku hewl didin hemû welata bikin satêlîta Tirkîyayê, xwe dispêrin grûpa ku li wir hatîye ser desthilatê û pêwendîyên wê bi Tirkîyayê re. Ev me mecbûr dike ku em amade û hişyar bin, ji ber vê yekê pêwîstîya pêkanîna tifaqên leşkerî-sîyasî û neketina nav tora geşedanan pir girîng dibe, ji ber ku mimkûn e bikeve serdemek ku tenêbûn û lawazbûn tenê xwekuştin e” ,- Hovhannisyan gotîye.
Li ser projeya “Xaçerêya aşîtiyê” ku ji alîyê Ermenîstanê ve hatîye raberkirin, hevpeyvîna me tekez kir ku îro em ketine gera danûstandinên sîyasî yên ku wê di navbera welatên mezin de bên kirin û ew ê biryarê bidin ku rê li ku derê derbas bibin, bi taybetî ji ber ku li herêma me berjewendîyên nakok yên eşkere hene û heta niha ne dîyar e ka hêzên sûpêr ji bo lihevkirinê amade ne yan na. Li gorî zanyarê sîyasî, di rewşa zelalkirina arasteyan de, wê nêzîkatî û destpêşxerî çiqasî guncan bin.
“Di rewşa heyî de, divê serkirdayetîya welatê me di dawîyê de zelal bike ka ew dixwaze Ermenîstanê ji alîyê ewlehîyê ve li ku bibîne. Nîqaşa ku em ji vî yan wî welatî qut bibin, ew ê me ceza bike, îdî kar nake. Niha hewce ye ku ji nêrînek bi tevahî berevajî tevbigerin. Kîjan welatan li vê herêmê berjewendîyên hevpar bi Ermenîstanê re hene û amade ne ku bi me re van berjewendîyan biparêzin? Bi gotineke din divê nêzîkatîya stratêjîk bê zelalkirin. Pêwîst e gavan ber bi wan welatên ku dixwazin bi Ermenîstanê re hevkarîyê bikin bên avêtin, di warê leşkerî de jî. Wek mînak Fransîya, Hindistan wiha ne”.
Li gorî wî pisporê sîyasî, pir mimkûn e ku pêşbazîya jêopolîtîk ya hêzên sûpêr li herêma me, çareserîyên aqilane bi xwe re bîne, lê dibe ku ew bi alozî û pevçûyînan re derbas bibin.
“Dîroka mirovahîyê tu carî îdeal nebûye. Têgînên ku bi gelemperî di hişên ronakbîr de çêbûn bêyî astengîyên cidî nehatin rast kirin. Êlîta sîyasî ya her welatekî hewl dide ku ji bo xwe bigihîje baştirîn biryarên maqûl, lê rê dikare pir dijwar be. Tecrûbeya me ya sedsala 20 a heye, dema ku du şerên cîhanê, pevçûyînên dijwar yên herêmî, heya ku mîmarîya navneteweyî ya Hêlsînkîyê pêk hat. Divê em hişyar bin û gavên aqilane û ewlekarî biavêjin”.







