H’emû nûçeSereke

Roja dadgehkirina kesayetîyên ji Arsaxê  yên bi qaçaxî hatine girtin li Bekûyê hatîye eşkerekirin

Roja darizandina dosyaya sûc ya serkirdayetîya leşkerî-sîyasî ya Arsaxê ku di dema koçberîya ji welatê xwe de hatine girtin, hatîye ragihandin. 

Li gorî nûçeya APA ê, civîna dadgehê ya amadekar di 17 ê çileyê de tê kirin, îdîanameya doza sûc  16 ê kanûnê wê ji alîyê serdozgerîya komarê ya Adirbêcanê ve hatîye qebûlkirin û ji bo lêkolînê ji dadgeha leşkerî ya Bekûyê re hatîye şandin. Doz radestî dadwerê dadgeha leşkerî ya Bekûyê, serokê dadgehê, Zêynal Axayêv hatîye kirin.

Em bidine kifşê ku 8 nûnerên berê û yên niha yên serkirdayetîya leşkerî û sîyasî yê Arsaxê di nav wan kesên ku di esareta Adirbêcanê de ne. Ew serokên berê yên Arsaxê Arkadî Xûkasyan, Bako Sahakyan, Arayîk Harûtyûnyan, wezîrê berê yê karên der Davît Babayan, serokê  parlamêntê Davît Îşxanyan, fermandarê berê yê hêzên çekdar yên Arsaxê gênêral Lêvon Mnasakanyan, gênêral Davît Manûkyan û wezîrê berê yê dewleta Arsaxê Rûbên Vardanyan in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button