Em careke din tînin bîra cîhana Xiristîyanan ku nirxên dîrokî yên Arsaxê di bin xetera tunekirinê de ne: Avanêsov

“Îro ayînên Noêlê li dêrên Şandîyan yên ermenî, ji welatê Dayîkê heta dêrên deverên dîasporayê tên kirin…Lê belê, li Arsaxa ku ji alîyê Adirbêcanê ve demkî hatîye dagirkirin, ne tenê zengilên dêrê lê nayên lêdan û ayîn nayên raberkirin, her wiha di demên kevinare de gelek dêr hatin rûxandin, resenîya wan hat xerabkirin û fonksîyon hatin guhertin, veguherî mizgeft û embaran…”,- ombûdsmanê mîrateya çandî ya çîyayên Ermenîstanê Hovîk Avanêsov hişyarîyê dide.
Ew dide kifşê di vê roja sersalê de em careke din bi bîr tînin ji hemû cîhana Xirîstîyanan re ku hemû nirxên dîrokî yên li nav axa Arsaxêda ne tenê yên me ne, ew xwedî girîngîyeke şaristanî ya gerdûnî ne û li ber metirsîya wêrankirin û tunekirinê ne.
“Salên berê, welatê ku kevirên xaçê yên hezar salî yên Cûgaya Kevin di asta dewletê de pelçiqand, destnivîsa xwe li Arsaxa ji xwe dagirkirî didomîne: rakirina şopên şaristanîya ermenîyan, ji holê rakirina belgeyên hebûna gelê ermenî, li wê beşa dergûşa xwe ya dîrokî, li Arsaxê. Li Arsaxê ku pêkhateya qirkirinê ye, vandalîzma çandî tê kirin.
Dema ku tiştek li Katêdrala Notrêdamê ya Parîzê ket û şewata navdar bi salan pêk hat, tevahîya cîhana xiristîyan ev yek wek êşek di canê xwe de dît û wan karê tamîrkirina katedralê girt ser xwe, ji ber ku ew nirxek çandî ya cîhanî ye. Ma ew ne milkê çandî yê mirovahîyê ne. Dêrên yekem yên xiristîyanan yên ku li Arsaxê hatine çêkirin, ku dîroka wan vedigere sedsala 4 a û bi mîmarîya xwe jî nirxek çandî ye.
Û standardên dualî yên sîyasî divê bi kêmanî di mijarên çandî de cîh negirin. Di vê navberê de, wek ku em dibînin, berjewendîyên sîyasî li vir jî xwe didin der û ev yek jî bi tundî şermezar dike”.







