H’emû nûçeSereke

Seroka Mêksîkayê pêşniyar dike ku Trump ji parzemîna Amerîkayê re bêjin Mêksîka

Seroka Mêksîkayê Klaudîa Şênbaumê pêşniyar kirîye ku parzemîna Amêrîkayê navê Mêksîkayê bike, wek bersiv li ser daxuyaniya serokê hilbijartî ya Amêrîkayê Donald Tramp roja sêşemê ya derbarê niyeta wî ya guhertina navê kendava Mêksîkayê wek kendava Amêrîkayê.

Seroka Mêksîkayê diyar kirîye: “Rast e ku kendava Mêksîkayê navek e ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatîye pejirandin. Lê çima em ji parzemînê re nabêjin Amêrîkaya mêksîkî? Ew xweş xuya dike, ne usa?”.

Wek arguman, ewê xerîta dîrokî ji sala 1607 a vegot, ku ji hêla pargîdaniya Hindistana Rojhilatî ya holandî ve hatîye şandin, ku axa Dewletên Yekbûyî yên nûjen wek Amêrîkaya mêksîkî destnîşan kir Wek din, destûra yekem ya Mêksîkayê, ku  sala 1814 a de li bajarê Apatzingan hate îmzekirin de la Konstitucîon, serxwebûna Amêrîkaya Mêksîkî ragihand.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button