H’emû nûçeSereke

Yêrêvan înkar nake wekî nava rojên  pêşîya meda Ermenîstan û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê qayîlnivîsara derbarê hevkarîya stratêjîda îmzekin

Yêrêvana  fermî wê behsê înkar nake wekî nava rojên  pêşîya meda Ermenîstan û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê qayîlnivîsara derbarê hevkarîya stratêjîda îmzekin.Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye wekî pevketinên ermenîya-amêrîkîyaye berê têra dibînin ku dokûmênteke wî cûreyî bê îmzekirinê.

“Dîyaloga meye startêjî heye û em pevketibûn wekî wê yekê bighînine hevkarîya stratêjî.Dokûmêntên ku tên gotûbêjkirinê hene û ji wê elametîyê meriv tê ser wê fikirê wekî bona hevdîtinê jî gotûbêjkirin heye û ew yek têra tê dîtinê.Encama wê wê çi cûreyîbe, heger em dîna xwe bidine deng û besa”,- wezîr gotîye.

Gelo dêlêgasîyayên herdu welata wê li kîderê rastî hevdu bên, alîyê ermenî hê nedaye zelalkirinê: “Emê çend roja bisekinin û bibînin”,- Mîrzoyan gotîye. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button