Hevdîtina serokwezîr û sêkrêtarê şêwira ewlehîya Îranê bi çêkirina rîya bakûr-başûr û hevkarîya nava wê yekêda girîng hatîye hesabkirinê
Nîkol Paşînyanê serokwezîr dêlêgasîya bi serkarîya sêkrêtarê şêwira Îranêye ewlehîya miletîyê Elî Akbar Ahmadîan qebûl kirîye.
Serokwezîr çawa tiştekî sîmvolîk hesab kirîye, wekî birêz Ahmadîan nevsê fermî, yê welatekî mayîn nava sala nûda cara ewlin li Ermenîstanê diqeside û serda zêde kirîye wekî pêwandîyên Ermenîstanê û Îranê gelekî girîngin.Nîkol Paşînyan gotîye,wekî nava pêwandîyên herdu welatada garantîya heye, ya ku qewîne û Ermenîstan tevî Îranê bi berjewandîyava hevva girêdayîne.Serokwezîr daye dîyarkirinê,wekî hukumata Ermenîsîtanê hewaskare ku hevkarîya dualî bi hemû alyava berfireh bibe.
Elî Akbar Ahmadîan bona qebûlkirinê spasî elam kirîye û silavên serokê Îranê Mesûd Pêzêşkîan gîhandine Paşînyanê serokwezîr. Ahmadîan nava axaftina xweda derheqa pêwandîyên dostîyêye di navbera herdu welatada xeberdaye û daye dîyarkirinê wekî hevkarîya bona herdu welata kardar wê berdewambe û kûrbe.
Pêşkeftina pêwandîyên dualî û pirsên derheqa wanda hatine gotûbêjkirinê.Pêşxistina hevkarîya tevî Îranê, ya bona çêkirina rîya bakûr-başûr girîng hatîye hesabkirinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî çêkirina rê wê alî kirîn-frotana dualî û cîguhastina bara bike.Xeberdan usa jî derheqa projeya “Xaçerêya aşîtîyê” da çûye. Elî Akbar Ahmadîan daye dîyarkirinê,wekî li ser wan prînsîpa Îran piştgirîyê dide mîyaserkirina projeyê.