Mezlûm Ebdî: em bi yekîtî û serwêrîya axa Sûrîyayê re ne
Mezlûm Ebdî ragîhand ku ew li dijî hemû cihêkarîyan in ku gefê li yekîtîya Sûrîyayê dixwin.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di daxuyanîyeke xwe de ji ajansa Frans pressê re ragîhandîye: “Em bi yekîtî û serwêrîya axa Sûrîyêyê re ne”.
Mezlûm Ebdî dîyar kir ku ew li dijî hemû cihêkarîyan in ku gefê li yekîtîya Sûrîyayê dixwun.
Mehek di ser rûxîna rêjîma Beşar Esed re derbas bû ku çekdarên heyeta Tehrîr El Şamê di nava çend rojan de gihîştin Şamê û desthilata wî hat têkbirin.
Ji wê demê ve, pirsgirêka kurdan li Rojavayê Kurdistanê mijara germ ya danûstandin û civînan e.
Wezîreta Fransîyayêye karên 3 ê çileya sala 2025 a ragîhand ku Jan-Noêl Baro berî ku biçe Şamê 2 ê mehê bi rêya têlêfonê bi Mezlûm Ebdî re axivîye.
Mezlûm Ebdî û wezîrê Fransîyayêyî karên derv Jan-Noêl Baro di pêwendîya xwe de li ser “qonaxa berdewamîya veguhastina” desthilatê li Sûrîyayê axivîn.
Roja înîyê, wek yekemîn şandeya rayedarên pilebilind yên welatên Rojavayê, wezîrê Fransîyayêyî karên der û hevkara xwe ya alman Annalêna Bêrbokê gihiştin Şamê û bi serokê birêvebirîya nû ya Sûrayayê Ahmed Şer re civîyan.
Her du wezîran daxwaz ji rayedarên nû yên Şamê kirin ku bi kurdan re li hev bikin û dawî li şer bînin.