SerekeSîyasî

Têhran di mijara bi navê “Korîdora Zangêzûrê” de polîtîkaya xwe naguherîne: analîstê îranî

Îran sîyaseta xwe ya bi navê “Korîdora Zangêzûrê” neguhertîye û naguhere.Analîstê Îranî Pûya Hosêynî roja 9 ê çile di hevpeyvînekê de ligel News.am ê gotîye.

Ewî eşkere kir ku parastina yekparçeyîya axê ji bo Têhranê wek “xeta sor” dimîne.

Pispor destnîşan kir ku divê her tim li hemberî gefên Adirbêcanê û Tirkîyayê yên ku hewl didin xwe bigihînin korîdorê amade bin.

 Îran û Ermenîstan berxwedana xwe  gerekê zêde bikin. Rêyên ku di axa komara Ermenîstanê re derbaz dibin divê di bin dest û kontrola Ermenîstanê de bin. Ev ji bo Têhran û Yêrêvanê “xeta sor” e,- ewî gotîye.

Husêynî bal kişande ser vê yekê ku rêkeftina hevkarîya giştalî ya navbera Îranê û Rûsîyayê salên dirêj e ku hatîye çêkirin û îmzakirina wê wê bibe alîkar ku peywendîyên aborî bi Rûsîyayê, Çînistanê û welatên din re zêde bibe.

Îran ji mêj ve hewl dide ku şîyanên xwe yên leşkerî ji bo parastina yekparçeyîya axa xwe zêde bike. Şirovekar tekez kirîye: “Îran wê ji îmkanên vê belgeyê ji bo zêdekirina şîyanên xwe yên berevanîyê sûd werbigire, lê her dem hewl dide bi awayekî serbixwe potênsîyala xwe ya berevanîyê pêş bixe”.

Ewî gotîye ku di heman demê de, Îran bi rêyên dîplomatîk hewl dide ku danûstandinên bi rêveberîya nû ya amêrîkî re li ser bernameya navokî û cezayên xwe ji nû ve destpê bike.

Hosêynî eşkere kir ku Têhran rêyeke aşîtîyane ji bo çareserkirina kêşeyan wek yekem xwe dibîne, lê ji bo hemû sênaryoyan amade ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button