Xêncî pêşnîyarên stansîyayên rûsî û amêrîkî, usa jî yên stansîyayên atomîye mayîn tên gotûbêjkirinê: Xûdatyan

Dawîya sala 2024 a birîyara hukumatêye anegor hatîye qebûlkirinê, li gorî kîjanê organîze tê sazkirinê, ya ku wê bi birîyara modêla stansîyayêye dawîva mijûlbe.Ewê usa jî bi lêkolînkirina, kontrola xebatên çêkirinê, amadekirina pirsên têknîkîva mijûlbe.Ev organîze wê hetanî despêka xebata stansîya atomî nava vê xebatêda bimîne.Derbarê wê yekêda wextê prêss-konfêransa dawîya salê, wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Davît Xûdatyan gotîye.
Wezîr daye dîyarkirinê,wekî wedê çêkirina stansîya atomî wê modêlêva girêdayîye, ya ku wê bê hilbijartinê.
“Xêncî pêşnîyarên stansîyayên rûsî û amêrîkî, usa jî yên stansîyayên atomîye mayîn tên gotûbêjkirinê”,- Xûdatyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî pêşnîyara dawî wê ew organîze bike,ya ku li ser birîyara hukumatêye dawîya salê sekinîye.
Bi axaftina derheqa xebatên bona çêkirina rîya hesinî, wezîr ew elametîya serokwezîr anîye ber çeva, li gorî kîjanê pêşnîyar bona alîyê azêrî hatîye kirinê.







