SerekeSîyasî

Dêmîrtaş piştgirîya xwe ya tam ji bo hewlên Ocalan ragîhand

Endamên şanda Îmralîyê, li zindana Edîrneyê serdana Selhedîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî kirin. Piştî hevdîtinê endamên şandê dan zanîn, armanca wan dawîkirina şerê çil salan û pêkanîna aştîyê ye. Hevdem Selhedîn Dêmîrtaş li ser hejmara xwe ya X ê ragîhand, piştevanîya wî ya temam ji bo proseyê heye.

Endamên şanda Îmralîyê yên Dem Partîyê ku ji Sîrrî Sûreya Onderê, Ehmed Tûrk û Pervîn Bûldanê pêk tê, li zindana Edîrneyê serdana hevserokê berê yê HDP ê Selhedîn Dêmîrtaş kirin. Piştî serdanê endamên şandê dan xuyakirin, piştevanîya Dêmîrtaş ji bo pêvajoya nû ya aşîtîyê temam e.

Cîgirê serokê parlamêntoya Tirkîyayê Sîrrî Sûreya Onderê ragîhandîye: “Me serdana hevserokê xwe yê birêz Selhedîn Demîrtaş û hevalê xwe  Selçûk Mizraklî kirîye.Piştevanîya wan ya temam bo proseyê heye. Ev proseya dawîkirina şerê çil salan e. Em dixwazin bi dualîyan çareser bikin, eger na wê 72 alî destêwerdanê bikin. Hewlên me ji bo pêkanîna aîştî ye. Çareserî proseyeke demdirêj ya dêmokratîk e”.

Şaredarê dûrxistî yê Mêrdînê Ahmet Tûrk ku pişt re bûye endamê şanda Îmralîyê balê dikşîne li ser biratîya hezar salan ya kurd û tirkan û çareserkirina kêşe û astengîyan.

Ahmet Tûrk gotîye: “Biratîya hezar salan û dîrokeke kevinar ya kurd û tirk heye. Sedsala dawî ev yek têk çûye. Em dixwazin careke din ev du gel li hev bên û dostanîya hezar salan careke din pêk bê.Hewlên me ji bo aşîtîyê ne. Em bawerin biratîya kurdan û tirkan bo rojhilata navîn wê dêmokrasîyê bîne”.

Pervîn Bûldanê jî gotîye:

“Piştî serdanê em bi moraleke baş li pêş we ne. Nirxandinên birêz Dêmîrtaş û Mizraklî derbarê pêvajoyê eşkere ne. Di her şert û mercek de ewê piştevanîya pêvajoyê bikin. Bi piştevanîya hemû alîyan tu gumana me nîne ev prose bigihe aşîtîyê”.

Hevdem Selhedîn Dêmîrtaş, di hejmara xweya “X” ê de daxuyanîyeke nivîskî belav kirîye û gotîye, piştevanîya wî ya temam bo proseya bi pêşengîya Abdûlah Ocalan heye. Dêmîrtaş proseyê wek “Pêvajoya Dêmokrasî, aşîtî û biratî” binav dike û spasîya serokkomar, serokê MHP ê û serokê CHP ê dike ku piştgirî didin proseyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button