H’emû nûçeSereke

Ez gelekî razîme wekî Ermenîstan gava  diavêje ku ji tifaqa leşkerîye tevî Pûtîn derkeve: kongrêsmênê amêrîkî Co Wîlson

Kongrêsmênê amêrîkî, yê ji partîya Komarê, serokê komîsîya Hêlsînkîyê Co Wîlson mîkrobloga xweye X ê da derheqa bûyarên van axirîyaye girêdayî goveka Ermenîstanêye sîyaseta derva nivîsîye.

“Ez gelekî razîme wekî Ermenîstan gava diavêje ku ji tifaqa leşkerîye tevî Rûsîyayê derkeve.Dûrketina ji tifaqdarên wî cûreyî û pêşdaçûyîna berbi Rojavayê, Ermenîstan dikare bona Kafkasîya Başûr pêşeroja baş bide çareserkirinê”,-Wîlson nivîsîye.

Em bîr bînin wekî van roja hukumata Ermenîstanê begemîya xwe da projeya qanûna derheqa destpêkirina pêvajoya bona endemtîya nava Yekîtîya Avropayêda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button