H’emû nûçeSereke

Niha nava rojeva hukumatêda pirsa derketina ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî tune :Papoyan

Niha Ermenîstan endama Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîye û niha rojeva hukumatêye bona derketina ji organîzeyê tuneye. Derbarê wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gêvorg Papoyan gotîye.

“Pêvajoya bona endamtîya nava  Yekîtîya Avropayêda rojeveke cudaye û pirsa me ew nîne ku em wan rojeva gotûbêj bikin, lê ewe ku em dereca êkonomîka  xwe bidine bilindkirinê.Ew yek tiştekî girîng nîne ku Ermenîstanê nava Yekîtîya Avropayêdabe, yan nava Avrasîyayêye Êkonomîkîdabe.Welatê me gerekê konkûrênsîya xwe bide bilindkirinê û deranîna eşîya bide zêdekirinê”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button