Dema ku dem bê wê Dewletên Amêrîmkayêye Yekbûyî fermana vekirina sînor bide Enqereyê

Hevpeyvîna Radar Armenia ê pisporê karûbarên navneteweyî Şahan Gandaharyan e.
– Hûn daxuyanîyên vê dawîyê yên serokkomarê Adirbêcanê li dijî Ermenîstanê çawa şîrove dikin? Heger ji alîyê din ve li ser peymana aşîtîyê danûstandinan dikin, armanca vê axaftinê çi bû?
– Danûstandin û blofên Elîyêv her tim berovajî vê yekê diçin. Esas bi van gefan pêvajoya aşîtîyê torpîl dike. Di esasê xwe de du karên sereke derdixe pêş. Ya yekem “Korîdora Zangêzûrê” û ya duyemîn jî betalkirina hevserokatîya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê ya Mînskê ye. Yên mayî qertên lîstikê yên derî û li ser bingeha zextê ne.
– Elîyêv ragîîhand ku divê “Korîdora Zangêzûrê” bê vekirin û wê bê vekirin. Gelo ev tê wê maneyê ku Adirbêcan bi nîyeta xwe ya çekan heye?
– Ez bawer nakim ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi çekan destûr wernegire.Syûnîk di qada jêopolîtîkê de derketîye holê û Adirbêcan bi tenê nikare vê pirsgirêkê çareser bike. Ji bo guhertina statûya Syûnîkê jî peymana Moskvayê-Enqereyê têrê nake. Li vir ne tenê Têhran, rojavaya kolêktîv jî di van pêvajoyan de cîh girtîye.
– Li himberî gotinên Elîyêv ji civaka navneteweyî ne ji Rûsyayê û ne jî ji Rojavayê tu bersiv nehat. Hûn ê çawa şîrove bikin?
– Daxwazên Elîyêv cidî nagirin û fêm dikin ku ev provokasyonek e, zextek e ku li derdora hedefê qadeke guncav çêbikin û hedef korîdora Zangêzûrê û hilweşandina Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya Avropayê ye.
– Dixwazim berteka Ermenîstanê ya li hember daxuyanîyên Elîyêv jî binirxînim. Şîroveyên serokwezîr û wezîrê karên der hatin guhdarîkirin.
– Bi awayekî xwezayî, Bekû ji bersiva alîyên ermenî nerazî ye. Bersiva Bekûyê hewldanek e ku topê di nîvê ermenîyan de bihelîne.
– Wezîrê Tirkîyayeyî karên her wiha ragîhand ku “pencera dîrokî ya ji bo aşîtî, aramî û bextewarîya mayînde li herêmê hatîye efirandin” û ew mil bi mil bi Adirbêcanê re tevdigerin. Gelo aşîtîya herêmê di berjewendîya Tirkîyayê de ye û di vê rewşê de wê Adirbêcanê neçar bike?
– Daxuyanîyên Enqerê tevlihev û nezelal in. Formûla “Yek netew, du dewlet” heta radeyekê bi tenê dirûşme ye. Elîyêv Yêrêvanê bi wêrankerîyê tawanbar dike, Fîdan jî nêzîkatîyên Yêrêvanê fermî teşwîq dike. Enqere li benda demeke sîyasî ye. Wê li ser daxwaza Rojavayê be. Pêvajo çiqas bi hev ve girêdayî bin jî, dema ku biryara vekirina sînor ji Enqereyê hat dayîn, nikare bi danûstandinên Ermenîstan-Adirbêcanê re têkildar be. Piştî ku sînor vebe, wê mijara hebûna baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Ermenîstanê dest pê bike û bê pirsîn. Û ew ê raste-rast ji Waşîngtonê bê rêvebirin. Ji alîyê rojavayê ve avakirina aşîtîyê û hêmanên bingehîn yên lihevkirinên ku wê di dema pêş de bên kirin, divê wek ji holê rakirina faktora Rûsyayê bê fêmkirin.







