SerekeSîyasî

Lavrov: Rûsya pêdivî dibîne hemî pêkhate tevlî piroseya sîyasî ya Sûrîyayê bibin

Wezîrê Rûsyayêyî karên der  amajeyê dide: “Rijêma Beşar Esed bawerî bi parvekirina desthilatê bi opozisyonê re nebû”. Herwesa dibêje: “Divê kurd mafên xwe di çarçoveya Sûryayê, Îraqê, Îranê û Tirkîyayê de gerentî bikin.”

Wezîrê Rûsyayêyî karên der Sêrgêî Lavrov di konfêranseke rojnamevanî de li Moskayê gotîye: “Yek ji giringitrîn sedemên keftina rêjîma Beşar Esed ew bû ku wî bawerî bi parvekirina desthilatê bi opozisyona welatê xwe re nebû”.

Sêrgêy Lavrov amaje jî daye: “Rêjîma Beşar Esed di dema 14 salên borî de zêdebarî wê yekê ku ji Moskvayê xwast desttêwerdanê di rewşa Sûryayê de bike, tevî wê jî sistî di piroseya sîyasî de kir û dixwest ku rewş bi wî awayî maba”.

Navbirî eşkere jî kir ku, danûstandin bi kurdên Rojavayê re xazima li ser pêdivîtiya hebûna dewleta navendî li Şamê kirin, lê kurd wesa difikirîn ku Amêrîka di çêkirina hukumetê de piştevaniya wan dike.Herwesa gotîye ku, ji kurdan re got Tirkya û Îran rêyê bi we nadin.

Wezîrê Rûsyayêyî karên der Sêrgêî Lavrov herwesa ragîhandîye:“Divê mafên kurdan li Sûryayê, Îraqê, Îranê û Tirkyayê bên garantîkirin”. Herwesa gotîye: “Rûsya di vê qonaxê de pêdivî dibîne ku hemî pêkhateyên neteweyî û mezhebî tevlî piroseya siyasî ya Sûryayê bibin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button