Yekîtîya Avropayê wê erza bona endamtîya Ermenîstanê bi hûrgilî lêkolîn bike:Kos

Yekîtîya Avropayê wê erza bona endamtîya Ermenîstanê bi hûrgilî lêkolîn bike.Derbarê wê yekêda wekîla Yekîtîya Avropayê, ya pirsên berfirehbûnê Marta Kosê gotîye, dema ku ewê li komîsîya parlamênta Avropayêye karên der xeberdaye.
“Em usa jî dibihên wekî cîleqandinên bona endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda hene.Ew yek hilbijartine û em gerekê hemû pirsa bi hûrgilî lê binihêrin û emê bona Ermenîstanê jî usa bikin. Feqet ev yek, heger Ermenîstan birîyarke, borcdarîyava girêdayîye”,- ewê gotîye.
Hevtîya derbazbûyî hukumatê begemîya xwe da projeya qanûna derheqa destpêkirina pêvajoya bona endamtîya Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayêda.Ew proje şandine parlamêntê.
“Piştî qebûlkirina vê qanûnê, em gerekê tevî Yekîtîya Avropayê xerîta rê gotûbêj bikin, kîjanê ew dibînin û kîjanê em dibînin û emê bi hevra xerîta rê amade bikin. Bi femdarîya min, hetanî destpêka hevraxeberdanên dora sazkirina xerîta rê, niha kirinên Komara Ermenîstanê tunene.Ez bo wê yekê dibêjim, bona ku nava civakêda hêvîdarî rast bêne raberkirinê”,- serokwezîr Nîkol Paşînyan wextê qebûlkirina projeyê usa gotibû.







