
Li gorî “Al-Monitorê, fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî dê di nêzîk wê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi serok Barzanî re bicive.
Li gorî wê pêgeha amerîkî, ev civîn wek yek ji pêngavên rêveberiya Baydên ya ji bo nêzîkkirina Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê tê dîtin.
Nûnerê serok Barzanî, Hemîd Derbendî seredana Rojavayê Kurdistanê kir û bi fermandarê giştî yê HSD ê Mazlûm Ebdî re civiyabû.
Li gorî agahiyan, di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî bû, Hemîd Derbendî peyama serok Barzanî ragihand û ku tê de tekezî li ser girîngiya yekrêziya kurdî li hemberî zehmetiyên ku li Sûriyayê hene, hatiye kirin.
Li hemberê jî, Mezlûm Ebdî jî tekezî li ser girîngiya parastina destkeftiyên kurdan û pêkanîna aramiya li herêmê kir û diyar kiriye ku di vê demê de pêwîst e hewldanên hevpar di navbera hemû partiyên kurd de hebin.







