H’emû nûçeSereke

Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê difikire wekî Ermenîstan nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkda sûdmenda serekeye

Pêşkeftina êkonomîka Komara Ermenîstanê dide kifşê, wekî nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda Yêrêvan sûdmenda serekeye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derbarê wê yekêda ajansa TASS ê elam kirîye, ya ku elametîya cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk raber kirîye.

“Van salên dawî bilindbûna kirîn-fîrotan û êkonomîka Ermenîstanê şedetîya wê yekê didin wekî nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda Ermenîstan sûdmenda hîmlîye”,- cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê gotîye.

Bi axaftina derheqa wê pirsêda, ku gelo kesek dikare dewsa Ermenîstanê nava organîzeyêda cîhê xwe bigre, Ovêrçûk ew pirs çawa ya nerast nav kirîye.

“Pirsa wî cûreyî meriv nikare bide, çimkî pirsa endamtîya nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda birîyara her welatekî serbeste, yê ku bi hesabhildana berjewandîyên xwe birîyar dike bibe endama wê yan na. Li vir kara eşkere heye”,-Ovêrçûk gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî dikeve nava wê karê çareserîya ewlehîya xurek û ênêrgêtîkayê û usa jî qewilên qewîn bona pêşketina êkonomîkayê.

“Kara here sereke jî ewe, ku bi hêsanî  dikevine sûka mezin, li kîderê bona eşîyayên welatekî usa hewcetî heye.Bona pêşxistina êkonomîkayê, zêdekirina kara bîznêsê û mêriv, ev yek potênsîyaleke mezine”,- cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button