H’emû nûçeSereke

Di destpêka salên 1990 î de, di encama qetlyamên ermeniyan de li Adirbêcanê, bi qasî 400.000 ermenî ji welêt hatin derxistin: wezîreta karên der

Daxuyanya wezîreta karên der ya  Ermenîstanê bi 35 emîn salvegera qetlîamên Bekûyê:

«Di van rojan de em 35 emîn salvegera komkujî, qirkirina êtnîkî û sirgûnên komî yên ermenyan li Bekûyê bi bîr tînin”. Komên rêxistî yên Adirbêcanê di nava hefteyekê de li hawîrdoreke bêcezaya tam û bi lihevhatin û piştgirîya desthilatdarên Adirbêcanê û bi tevayî bêçalakîtîya rayedarên Sovyetê sûcên hovane li dijî ermenîyan pêk anîn.

Piraniya ermeniyan neçar man ku malên xwe biterikînin, tevî ku civaka ermenî ji nîvê sedsala 19 an vir ve di avakirin û pêşvebirina bajarê pîşesazî ya Bekûyê de rolek girîng lîstiye û malbat û kesên ermenî ava kirine xwediyên kargehên mezin yên pîşesazî, saziyên çandî û perwerdehiyê bûn û di encamê de ermeniyên Bekûyê bi milyaran mal û serwet li pey xwe hiştin û ji ber vê yekê ji îmkana wergirtina tazmînatê bêpar man.

Sala 1990 î komkujiya gelê ermenî ya li Bekûyê di meha çile de, ku bi eşkereyî armanca wê ew bû ku bi destê zorê bermahiyên civaka ermenî ya berê 250.000 kesî pêk dihat, bi destê zorê bên sirgûnkirin, li bajarên Adirbêcanê Sumgaîtê û Kîrovabadê (niha Genca) qetlîamên mezin hatin kirin.

Komkujiyên Ermeniyan li Adirbêcanê di dawiya salên 1980 a û destpêka salên 1990 a de bû sedema sirgûnkirina 400,000 ermeniyan ji wî welatî û ji bilî vê, şopên hezar salan yên ermeniyan li bajarên Adirêcanê bi qestî ji holê hatin rakirin, û dîrok û mîrata wan ya dewlemend hatin sextekirin.

Ermenistan ji bo bîranîna qurbanî û rizgarbûyên qetlîamên Bekûyê hurmeteke mezin dide û di wê baweriyê de ye ku tenê aştiyeke bi îstîqirar li Başûrê Kafkasyayê dikare pêşî li dûbarebûna tawanên bi vî rengî yên li dijî mirovahiyê di pêşerojê de bigire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button