Ermenîstanê ji bo her mijarê pêşnîyarên wê hene: wezîrê parastinê li herêmê tu zemîna zêdekirina alozîyê nabîne

Wezîrê parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan tu hincet ji bo zêdekirina alozîyê li herêmê nabîne.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Papîkyan di civîna çapemenîyê ya bi kurtasî ya sala 2024 a de li ser daxuyanîyên êrîşkar yên çerokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv yên derbarê vekirina “Korîdora Zangêzûrê” de helwesteke wiha nîşan da.
Gotûbêj axaftin e, lê her êrîşek pêdivî bi hincetan heye. Û ez wek wezîrê parastinê nabînim ku li herêmê zemîna mezinbûnê heye, ji ber ku Ermenîstanê ji bo her pirsekê pêşnîyar û çareserî hene. Û ez difikirim ku bi rêya dîyalogê bi eşkerekirina pêşnûmeyên xwe re, pêwîstî pê hebe, em ê karibin nêzîkatî û nêrînên xwe yên ji bo aşîtîya li herêmê bigihînin her kesî”.
Wezîr li ser pirsa ku belgeya hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstanê û Amêrîkayê ku roja borî hat îmzekirin, çiqas dikare ewlehîya sînorên Ermenîstanê garantî bike, destnîşan kir ku divê ewlehîya sînorên Ermenîstanê bi sîyaseteke hevseng bê garantî kirin çareserî tenê bar li ser hêzên çekdar yan jî li ser yek li ser hevkarê.







