H’emû nûçeSereke

Komîsîya Avropayê gerekê bi temamî cedandinên Ermenîstanêye avropî fem bike û piştgirîyê bide: parlamêntvana Avropayê

Parlamêntvana Avropayêye ji Fransîyayê  Natalî Lûazo dixweze li ser xwe gumanbe, wekî komîsîya Avropayê bi temamî derheqa hewildanên Ermenîstanêye avropîda zane û wê piştgirîyê bide Ermenîstanê.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda parlamêntvana Fransîyayê wextê civîna komîtêya pêwandîyên der gotîye.

“Ez dixwezim bidime dîyarkirinê,wekî cedandinên cimeta ermenî li ber çevane.Van axirîya me dît wekî beşeke meriva îmze berev kirin û me bihîst ku serokwezîrê Ermenîstanê çawa dibêje ku li parlamênta Ermenîstanê wê girêdayî hewildanên avropîra projeyê qebûlke. Komîsîya derheqa vê yekêda zane û pêra jî hildide ser hesêb wekî Adirbêcan jî hindava Ermenîstanêda gefa duxwe”,-Lûazoyê gotîye û elametîyên van dawîyaye ji alîyê serokê Adirbêcanêda çawa yên xemgînkirinê hesab kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button