H’emû nûçeSereke

Parlamêntarên berê yên Almanyayê bi sûcdarîya ku ji Bekûyê bertîl wergirtine bên darizandin

Du parlamêntarên berê yên Bûndêstagê yên Almanyayê yên ji Partîya Yekîtîya Dêmokratên Xiristîyan /Yekîtîya Xiristîyanên Sosyal yên mûxalefetê bi sûcdarîya ku ji Bekûyê bertîl wergirtine wê bên darizandin. Derheqa wê yekêda DW li ser vê yekê dinivîse.

Sûcên “Doza Adirbêcanê” sîyasetmedar Aksêl Fîşêr û Êdûard Lîntnêr in.

Ya yekem bi wergirtina bertîlê, ya duyemîn jî bi bertîl dayîna karbidestan ji bo ku bandorê li biryarên di berjewendîya Adirêcanê de li  Wekîlên Avroparlamêntê bike, tê sûcdarkirin. Li gorî lêkolîneran, Lîntnêr, ku ji sala 2010 a vir ve li Wekîlên Avroparlamêntê dixebite, sala 2016 a de bi navgînîya 19 pargîdanîyên şêlê çend mîlyon yûro wergirtîye. Wî beşek ji van pereyan ji parlamêntarên din re veguhezt, ku li gorî lêkolînê, divîyabû bandor li wergirtina biryarên pêwîst ji bo wî bikira.

Fîşêr ku ji sala 2010 a û vir ve di Wekîlên Avroparlamêntê  de cîh digire, ji bo Adirbêcanê axaftinên erênî kir. Di berdêla wê de 21 hezar 800 yûro bertîl wergirtîye.

Rûniştina dozê wê 16 ê çileyê de dest pê bike. Herdu gumanbar sûcê xwe red dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button