Em li benda serdana nûnerê bilind yê dîplomasîyê yê Yekîtîya Avropayê Kalas ya li Ermenîstanê ne:cîgirê wezîrê karên der

Nûnerê taybet yê Yekîtîya Avropayê Grono vê dawîyê li Ermenîstanê bû û helbet em li benda seredana nûnerê bilind yê Yekîtîya Avropayê yê ji bo dîplomasîyê, Kalas, bo Ermenîstanê ne alîkarê wezîrê karên der Parûyr Hovhannîsyan di konferansa dawîn ya bi navê “Hevkarîya stratêjîk ya Yekîtîya Avropayê ya li ser bingeha ezmûna çaremîn ya Vîşegradê” ku ji alîyê înstîtûta kar û barên navneteweyî û ewlekarîyê ya Ermenîstanê ve hat organîzekirin gotîye.
“Em bawer dikin ku civata hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê ya dahatûyê wê bi rojeveke pir girîng derbaz bibe. Ez bawer dikim ku qonaxên pêş yên civata hevkarîya Ermenistan û Yekîîtîya Avrropayê wê bi bûyerek bi heman rengî ya girîng, pêşî bi pejirandina rojevekek nû bê destnîşan kirin û gelek biryarên girîng.
Danûstandinên bingehîn yên li ser serbestkirina vîzayan meha kanûnê de dest pê kiribûn, û ev xebat wê di mehên pêş de hîn zêdetir bibe. Em ê di asta wezîran de ji hêla wezîretên xwe yên xetê ve di asta wezîran de gelek serdan li Bryûsêlê organîze bikin da ku hevkarîya xwe ya sêktorî pêş bixin”,- cîgirê wezîr gotîye.







