H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û Adirbêcan bi hevra qayîl bûne ku xebatên dîyarkirina sînora ji bakûr bidine destpêkirinê

Li ser sînorê Komara Ermenîstanê û  Komara Adirbêcanê hevdîtina komîsîyayên herdu alîya, yên pirsên dîyarkirina sînora û ewlehîya sînora, bi serokatîya cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mistefayêv, pêk hatîye.Derbarê wê yekêda ji wezîreta karên der ragîhandine.

Wextê hevdîtinê, pevguhartina fikira bona xebatên dîyarkirina sînora berdewam bûne.Herdu alî bi hevra qayîl bûne, ku ji alîyê bakûr xebatên dîyarkirina sînora careke mayîn destpêkin û berbi sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanêye tevî sînorê Îranê herin.

Pevketin hatîye destanînê ku pêşda dîsa cîh û roja hevdîtinê bi hevra bidine qayîlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button